Ebola di nava salekê de 10 hezar 445 can stend

Şewba Ebola ku li Rojavayê Afrîkayê zêdeyî saleke bi bandor e, kêm be jî hînê belav dibe.

Ebola di nava salekê de 10 hezar 445 can stend
Şewba Ebola ku li Rojavayê Afrîkayê zêdeyî saleke bi bandor e, kêm be jî hînê belav dibe.


Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), raporek li ser bîlançoya dawî ya Ebola weşand. Li gorî WHO, hejmara mirovên bi vîrûsa Ebola ketine 25 hezar 178 e û ji van 10 hezar 445 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber vîrûsa Ebola ku bi giranî li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê hat dîtin, 861 nexweş ketin û ji van 495 kes mirin.

Di bîlançoyê de hat ragihandin ku li Gîne 57, li Sîerra Leone jî 25 kesên nû bi nexweşiyê ketine, li Lîberyayê kesek bi vîrûsê neketiye.

Vîrûsa Bola ku di destpêka sala 2014'an de di ser Gîneyê li Lîberya û Sîera Leone belav bû, herî zêde li Sîerra Leone hat tespîtkirin. Ji sedî 40 ê bûyerên mirinê jî li Lîberyayê rû dan.

Ji ber vîrûsa Ebola ku yekemcar di sala 1976'an de derket holê, heta roja îro, gelek şewb derketin holê. Lê belê ti ji van rê li ber ewçend mirina mirovan a mîna ya dawî venekiribûn.

Ji bo peydakirina dermanê vê vîrûsê li gelek welatan testên laboratûvaran dewam dikin. Lê belê hînê encameke berbiçav bi dest neketiye.

Güncelleme Tarihi: 03 Nisan 2015, 18:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER