15 gund û 2 girên stratîjîk hatin rizgarkirin

Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê de li hersê aliyên herêmê 15 gund û 2 girên stratîjîk ji terorîstan rizgar kirin.

15 gund û 2 girên stratîjîk hatin rizgarkirin
Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê de li hersê aliyên herêmê 15 gund û 2 girên stratîjîk ji terorîstan rizgar kirin. Şervanan her wiha li rojhilatê herêmê jî êrîşeke terorîstan a li dijî gundekî rizgarkirî şikandin.


Nûçegihanên  ANHA’yê yên li eniyên berxwedana Kobanê rewşa şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û terorîstên DAIŞ’ê dişopînin, ragihandin ku şervanên YPG’ê pêngava azadkirina Kobanê didomînin. Şevê din şervanan di çarçoveya pêngavê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê rêzeçalakî li dar xistin. Di encamê de, li rojavayê herêmê li gundên Bîrloz, Sêf Elî, Derbazina Mezin, Derbazina Biçûk, Derbazina Horan hatin rizgarkirin.

Li başûrê herêmê jî şervanan gundên Bîrbelek, Mebir Elî, Eslanek, Şakiroko, Girk, Çiqor, Şaxî û Kela Hesin ji terorîstên DAIŞ’ê rizgar kirin. her wiha di heman çalakiyan de du girên stratîjîk girên Til Sîdar û Til Sêvê û benda kontrolê ya xweringeha Dicle ya li ser riya Rotko ya di navbera bajarên Helebê û Hesekê de ji terorîstan paqij kirin.

Nûçegihanan dane zanîn ku di heman çalakiyan de herî kêm 10 çete hatin kuştin.

Li aliyê rojhilatê herêmê jî şervanên YPG’ê û YPJ’ê gundên Îdaniyê û Mendik rizgar kirin û di pevçûnên li van gundan jî herî kêm 2 çete hatin kuştin.

Piştî ku şervanan gundê Îdaniyê rizgar kirin terorîstên DAIŞ’ê gund bi çekên giran topbaran kirin û di encamê de şer û peçûnên dijwar di navbera hêzên YPG’ê û terorîstan de rû dan. Di encamê de terorîstên DAIŞ’ê neçar man ku paşve birevin.

Güncelleme Tarihi: 18 Şubat 2015, 14:46
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER