21 xwendekar hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Egeyê 21 xwendekar hatin binçavkirin.

21 xwendekar hatin binçavkirin

Komeke xwendekarên li ber Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê hatin cem hev û xwestin biryara rektoriyê ya  hefteya buhrî ku  daxuyanî qedexe kiribû, protesto bikin. Polîsan li fakulteyê tedbîrên berfireh girtin û 21 xwendekar binçavkirin. Xwendekar Pinar Demîr, Denîzsu Bîngol, Emîne Akbaba, Ramazan Akbiyik, Mert Ceyhun, Begum Ateş, Samet Çinar, Tuncay Olguner, Gunter Lale û xwendekarê bi navê Ridvan ku paşnavê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin. Xwendekarên hatin biçavkirin birin midûriyeta polîsan.

Güncelleme Tarihi: 03 Mart 2015, 16:44
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER