YPG: Li Kobanê yek jê serçete 15 çete hatin kuştin

Di roja 169. a berxwedana Kobanê de, ku di asta serketinê de dewam dike, gundek hat rizgarkirin û yek jê serçete 15 çete hatin kuştin.

YPG: Li Kobanê yek jê serçete 15 çete hatin kuştin
Di roja 169. a berxwedana Kobanê de, ku di asta serketinê de dewam dike, gundek hat rizgarkirin û yek jê serçete 15 çete hatin kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

LI ENIYA ROJHILAT 10 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Hêzên me li rojhilatê Kobanê li hemberî komên çeteyan hin êrîş lidar xistin. Di çalakiya li hember komên çete yên li nêzî gundê Akbaş'ê de hêzên me wesayîteke çeteyan rûxandin. Li vir 5 çete hat kuştin. Hêzên me dest danîn li ser 4 kleş û roketavêjek B7.

Di çalakiya li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Eydanê de jî 3 çete hatin kuştin. Di çalakiya li gundê Gultepe de jî 2 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn.

GUNDÊ DEGÎRMEN Ê LI BAŞÛRROJAVAYÊ KOBANÊ HAT RIZGARKIRIN

Operasyona hêzên me ya li hember gundê Degîrmen ê li başûrrojavayê Kobanê jî bi serketî bi encam bû. Di encama operasyonê de gundê Degîrmen ji çeteyan hatiye paqijkirin.

ÊRÎŞA ÇETEYAN HAT ŞIKANDIN, YEK JÊ SERÇETE 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li hemberî gundê Cibil Ferec ê ku di rojên derbasbûyî de ji aliyê hêzên me ve hat rizgarkirin êrîşekî çeteyan rû da. Piştî hêzên me bersvi da pevçûneke demkurt qewimî û êrîşa çeteyan hat şikandin. Di pevçûnên li vê qadê de yek jê serçete, giştî 5 çete hat kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 3 kleş û roketavêjek B7."

Güncelleme Tarihi: 03 Mart 2015, 17:01
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER