Axîn Êzîdxan: Jin azad nebe civak azad nabe

Dîrok her tim mîrateya xwe ji xwe re venaşêre, carna bi gerdûnê re parve dike. Ji ber ku jiyan parvekirin e. Hemû çîrokên jiyanê jî parçeyek ji mîrateya dîrok bi me re parve dike ye. Çîroka rûkena Şengalê Axîn jî yek ji van e.

Axîn Êzîdxan: Jin azad nebe civak azad nabe
 Dîrok her tim mîrateya xwe ji xwe re venaşêre, carna bi gerdûnê re parve dike. Ji ber ku jiyan parvekirin e. Hemû çîrokên jiyanê jî parçeyek ji mîrateya dîrok bi me re parve dike ye. Çîroka rûkena Şengalê Axîn jî yek ji van e.

Axîn Êzîdxan şervaneke YPJ-Şengal e û li mewziyên Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Li mewziyên li nava malên hilweşiyayî yên Şengalê, dema ji me re behsa jiyana xwe dike, dizane rojên berê venagere û bi vê têgihiştinê, hevokên xwe saz dike. Dema jê dipirsim ku jiyana wê ya beriya fermanê çawa bû, dibêje: "Navê min Axîn Êzîdxan e, ji Şengalê me. Dê û bavê min gelekî ji min hez dikirin. Ez û xwişka min ji ber ku em biçûk bûn, malbatê gelekî ji me hez dikir."  

'BERIYA FERMANÊ TEVAHIYA JIYANA MIN DI NAVA MALÊ DE DERBAS DIBÛ'

Axîn axaftina xwe dewam dike: "Jiyana min a beriya fermanê bi giranî di nava malê de derbas dibû. Diçûm dibistanê. Di mijara dibistanê de hinekî şensê min hebû, malbata min ez dişand dibistanê. Lê xwişkên min ên mezin hebûn, ew nediçûn dibistanê. Ji ber ku bavê min ji wan re digot hûn mezin in, çûyîna we ya dibistanê şerm e. Ez û xwişka bin biçûkê malê bûn. Dê û bavê min gelekî ji me hez dikirin. Ez hinekî mezin bûm, bavê min vê carê ji min re got, em ê te ji dibistanê derxînin. Ez jî li dijî derketim, ji xwe piştî wê nikarîbûm biçim dibistanê. Êrîşa DAIŞ'ê rû da."

Êrîş û hovîtiya rû da, nekarîbû kenê li ser rûyê Axîn rake. Axîn nedixwest bibe jineke di nava bêhêvîtiyê de fetisî. Vê yekê jî bi baweriya xwe ji xwe nîşan dide.

'DI NAVA CIVAKA ME DE JINBÛYÎN ŞERM BÛ'

Min ji Axîn pirsî; gelo jin di nava civakê de li kîjan zor û zehmetiyan rast tê? Axîn got, "Jinbûyîn şerm bû. Ji ber ku di jiyanê de timî jin weke namûs didîtin, tevahiya jiyana min li derdora malê derbas bû. Bi giranî jinên Êzidî nediçûn dibistanê, malbatên wan destûra vê nedidan. Jiyana me ya beriya fermanê bi giranî li ser feraseta şermbûyîna jinê bû. Dema em diçûn dibistanê yan jî cihekî din cîranên me bi xwe jî pirsên 'hûn çima diçin dibistanê, hûn çima li kolanê dimeşîn' li me dikirin. Ev yek jî dibû sedem ku em jî jinê weke gunehkar bibînin. Lewma gelek malbatan destûr nedidan keçên wan biçin dibistanê yan jî derkevin derve. Ti carî hevalekî me çênebû, bi hevalên xwe yên mêr ên li dibistanê re em ti carî nediaxivîn. Ji ber ku tirsa 'derdor wê tiştekî din bêje' her tim li cem me hebû. Yanî pîşeya jinê, jinbûyîna li malê bû. Eger jin li derve bi pîşeyekî din re mijûl bibûya, wê di nava civakê de li lêpirsînên cuda yên exlaqî rast bihatina."

Dema ku ev vedigot, bi nêrîneke welê li min temaşe dikir ku mîna digot, 'Ew êdî bihurî, ez jî şer û têkoşînê ku weke karê mêr dihat dîtin li Şengalê li mewziyên herî pêş pêk tînim.'

'ÇETEYAN DOR LI ME GIRTIBÛN'

Axîn dibêje, "Heta fermana 73'an jiyana min bi vî rengî dewam kir. Ne tenê jiyana min, jiyana hemû jinên Êzidî bi vî rengî dimeşiya. Dûre êrîşên çeteyên DAIŞ'ê rû dan, dema êrîş rû da ez li gundê Dahula bûm. Wê rojê her kes ber bi aliyekî ve direviya, lê belê kesî nizanîbû ber bi ku ve biçe. Li gundê me ne tenê Êzidî hebûn; Misilman jî hebûn. Hin jê xwe li aliyê çeteyan girtin û yên ji gund reviyan zevt kirin û teslîmî terorîstan kirin. Hin ji Misilmanan jî, ji ber ku bi çeteyan re nebûn yek, serê wan hat jêkirin." Ji çavên Axîn dixwînim, gelekî ku bi salan em bi hev re jiyan, çima ev yek anî serê me? Dibe ku ya herî zêde ew êşand, xiyaneta cîranê wan bû ku bi salan manewiyat bi hev re parve kirin û li gel hev jiyan. Halbûkî li Şengalê bi salan Xiristiyan, Misilman, Êzidî bi hev re di nava pîvanên hurmetê de bi hev re jiyabûn. Ev yek ji xwe asta herî dawî ya li mirovahiyê hatibû kirin bû. Ya ji niha û pê ve bihata kirin ji bo wan, terikandina cih û warên xwe bû. Axîn; "Di heman rojê de em jî reviyan, ji xwe mirov mîna gêrîkan li derdorê direviyan. Em jî bi malbatî ketin ser rê. Heta quntarên Çiyayê Şengalê em beziyan. Dûre gotin çete wê derkevin serê çiyê jî; em jî derketin cihekî bilind ê çiyê û li binê darekê em rûniştin. Ji ber ku êdî cihekî em birevin lemabû. Dora me bi çeteyan hatibû girtin." Piştî vê gotinê biziyam û tirsiyam. Bêçaretî çendî rewşeke dijwar bû. Bi dehan jinên Êzidî ji bo teslîm nebin xwe ji zinaran avêtibûn. Gelo çend jinên ciwan bi xavikên xwe xwe bi darve kirin û dawî li jiyaan xwe anîn. Baweriya wan her tiştê wan bû. Ji ber ku ew bi baweriya xwe re vegotina tiştekî bûn. Ya ku ew dikir ew baweriya wan a ji Tawizê Melek bû.

'JINAN BI XAVIKÊN XWE XWE DIKUŞTIN'

Axîn Êzîdxan axaftina xwe bi van gotinan dewam dike: "Jin û zarokên nikarîbûn xwe biparêzin ketin destê terorîstan. Serê zarok û extiyaran jê kirin, keç li cihekî kom kirin û hin ji wan kuştin. Hin ji wan jî, wan bi xwe xwe kuştin. Nikarîbûn xwe biparêzin. Di wê kêliyê de yekane tişta lê difikirî, xwekuştin bû. Ew jî bi çi rengî dikirin; bi xavik û destmalên diavêtin ser serê xwe xwe dixaniqandin, hin jê xwe ji cihekî bilind diavêtin û dawî li jiyana xwe dianîn." Di wê kêliyê de min xwe xist şûna jineke Êzidî û min hîs kir ku ya bi serê wan de hatiye, êşeke çendîn dijwar e ku nayê jibîrkirin.

Axîn hewl dida fêm bike ku çima di komkujiyeke bi vî rengî de herî zêde jin hatine binpêkirin. Kî bû yê ew xistin vê rewşê? Gelo bi tenê çeteyên DAIŞ'ê bû? Pêşmergeyên Şengal bê parastin hiştin û reviyan bûn? Yan jî bav û birayên wan ên ku bi salan ew li malên ji çend metre çarçikê bi awyaekî bê parastin radigirtin bûn? Ya rast, qetlîemkarê rastî yê Şengalê nedihat zanîn. Axîn wiha dewam dike: "Ruhberekî nizane xwe biparêze, encax bi vî rengî dikare xwe tine bike. Em bê parastin hatibûn hiştin, ji ber ku timî li malê dihatin ragirtin. Lewma me derve nas nedikir, nizanîbûn çawa ye. Dema çete hatin, eger bavê min an jî birayê min nebûya me nedizanîbûn em ê çawa birevin. Ji ber ku me ti der nas nedikir. Ji xwe gelek keçên ciwan ji ber vê yekê esîr ketin destê çeteyan."

'EGER BERIYAR FERMANÊ YPJ-ŞENGAL HEBÛYA...'

Axîn di nava axaftina xwe de dixwest balê bikşîne ser tiştekî. Dixwest balê bikşîne ser zîhniyeta ku jin xistine rewşa nikare xwe bi xwe biparêzin. Axîn Êzîdxan; "Ez îro dizanim çawa dikarim xwe biparêzim. Sedema tevlîbûna min li nava refên YPJ-Şengal ev bû. Hilanîna tola jinên esîr hatine girtin û parastina xaka xwe. Ev yek ne tenê karê mêran e vê dizanim. Eger beriya fermanê me zanîbûna xwe biparêzin, em ti carî esîr nediketin destê çeteyan. Jinên Êzidî wê li bazaran nehatibûna firotin. Şengal wê ne di destê çeteyan debûya. Serê bi dehan zarokan nedihat jêkirin. Eger sekna me ya roja îro hebûya, me nedihiştin ev bûyer biqewime. Ez îro dizanim xwe çawa biparêzim, ne tenê xwe dikarim xizmên xwe, xaka xwe biparêzim. Em nezan hatibûn hiştin, êdî em zane ne. Ez êdî dikarim li hemberî zîhniyeta mêr şer bikim. Dizanim ku kîjan zîhniyetî em xistine vê rewşê. DAIŞ mînaka şênber a vê zîhniyetê ye. Zîhniyeta çavê me ditirsîne, ya me nezan dihêle, bê parastin dihêle û zîhniyeta DAIŞ'ê heman zîhniyet e."

'WEKE ENDAMEKE YPJ-ŞENGAL MIN CEWHERA XWE NAS KIR'

Axîn îro li nava refên YPJ-Şengal li dijî terora DAIŞ'ê şer dike; bi gavên ji xwe bawer re di operasyona rizgarkirina Şengalê de cih digire. Di axaftina xwe de wê nîşan dida ku ew ê ti carî li pêşberî ya hatiye kirin serî netewîne û her timî sekneke bi rûmet destnîşan bike. Ya rast, mizgînî dida ku Şengal wê careke din bi ti awayî li komkujiyeke bi vî rengî rast neyê. Di nava YPJ-Şengalê de bi dehan ji Axînan hene. Êdî jinên şervan ên bi azadiya xwe, bi azadiya civakê dizanin hene. Li Şengalê hatibû xwestin ku jin esîr were girtin, lê belê çeteyan ev bi ser nexistibûn. Ya ku wan esîr girtibûn, bedena wan bû. Kesî nikarîbû wan ji ola wan vegerîne. Ji ber ku wan, ji bo dest jê bernede dest ji canê xwe berdan.

Axaftina Axîn bi vî rengî bi dawî bû: "Ji roja tevlî YPJ-Şengalê bûme û vir ve, di kesayetiya xwe de guhertinên mezin dibînim. Beriya her tiştî baweriya min a ji min zêde bû û min xwe nas kir. Berê haya me ji azadiyê tinebû. Lê niha em di oxira wê de şer dikin. Me jin nas kir, weke jinekê min xwe nas kir. Min fêm kir ku jin di nuqteya destpêka jiyanê de cih digire. Berevajî gotinên li nava civakê; jin ne heram e ne jî ya jê were fedîkirin e. Min fêm kir ku ev hemû bingehê ji nêrîna ku jinê weke meta dibîne, digire. Ji ber vê yekê weke YPJ-Şengal em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Mîna ku Rêber Apo dibêje; "Heta jin azad nebe, civak azad nabe."

Güncelleme Tarihi: 07 Mayıs 2015, 09:32
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER