Berxwedêrên YPG/YPJ'ê ji ser sînor hatin silavkirin

Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi lêdana derbên giran li gundên Kobanê bi pêş ve diçin, ji aliyê bi hezaran kesên li gundên Pirsûsê nobedê digirin ve hatin silavkirin.

Berxwedana Kobanê, bi azadkirina navenda bajêr re di roja 147. de dewam dike. Berxwedêrên ku li her sê eniyan bi qasî 30 kîlometre bi pêş ve çûne, ji aliyê bi hezaran kesên li gundên Miseynter, Mehser û Elîzer ên Pirsûsê nobedê digirin ve, bi çalakiya zincîra ji mirovan hatin silavkirin. Bi sedan nobedarên li Miseynterê, li pêşberî Kaniya Kurdan bi destê hev girtin, bi hildana alên KCK, PKK, YPG, YPJ û bi qîrîna dirûşman, berxwedêr silav kirin.

Çalakiya duyemîn jî li gundê Elîzerê ji aliyê bi sedan nobedaran ve hat lidarxistin. Girseya gel bi destê hev girt û di qîrîna dirûşman şervanên YPG/YPJ'ê yên li gundên Elîşar û Kosikê silav kirin. Herî dawî jî li gundê Mehser ê li pêşberî gundê Mizirdavêt ê Kobanê ye, bi sedan kesî bi destê hev girtin û ji bo cangoriyên Kobanê deqeyek rêz girtin. Nobedaran dûre bejna xwe li ber Kobanê tewandin û berxwedêr silav kirin.

Güncelleme Tarihi: 08 Şubat 2015, 18:16
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER