Bi hezaran şervanê YPG’ê spartin axê

Hezaran şêniyên Dirbêsiyê, Til Temir û bajarokê Zurkan cenazeyê şervanê YPG’ê Siûd Hebîb (Botan Zinar) ê 19’ê gulanê di berxwedana gundên Til Temir de jiyana xwe ji dest, spartin axê.

Bi hezaran şervanê YPG’ê spartin axê

Şervanê YPG’ê Siûd Hebîg (Botan Zinar) 19’ê gulanê di çarçoveya pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de di berxwedana gundên Til Temir de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Botan Zinar anîn Dirbêsiyê, bi hezaran kes bi armanca wegirtina cenaze li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê kom bûn. Girseya qelebalix ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan û wêneyên cangoriyên azadiyê vekiribûn, al û sembolên kurdî vekiribûn û bê navber diurşme davêtin, piştî wergirtin cenaze bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî derketin rê.

Li riya ketina goristanê girseya kel ji tirmpêlan daket û cenaze li ser milan kir. Girseya ku bê navber diurşme beriz dikirin geta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. paşê Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik axivî û bal kşand ser berxwedana bê hempa ya şervanên YPG/YPJ’ê ya li dijî komên çete û got ku Botan û hevalên xwe ji bo azadkirina gelê herêmê canê xwe feda kirin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hemîda Kûtê, li ser navê malbata şervanê YPG’ê Botan Zinar bavê wî Hemîd Hebîb axivî. Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê û soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.

Di berdewama merasîmê de sicîlê şervanê YPG’ê Botan Zinar hate xwendin û radestî malbatan hate girtin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Botan Zinar bi tîlî û diurşmeyan spartin axê.

Güncelleme Tarihi: 21 Mayıs 2015, 12:01
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER