Lordê Birîtanî: Bi xweseriyê aloziyên Rojhilata Navîn çareser dibin

Endamê Meclîsa Lordat a Birîtanya Lord Reymont Hilton ê ku hatiye serdana Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sîstema herî serkeftî a çaresxerkirina pirsgirkên gelên Rojhilata Navîne.

 Lordê Birîtanî: Bi xweseriyê aloziyên Rojhilata Navîn çareser dibin
Endamê Meclîsa Lordat a Birîtanya Lord Reymont Hilton ê ku hatiye serdana Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sîstema herî serkeftî a çaresxerkirina pirsgirkên gelên Rojhilata Navîne.


Endamê Meclîsa Lordat a Birîtanyayê Lord Reymont Hilton ê ku serdana kantona Cizîrê kiriye. Hilton serdana navenda Hevserokatiyê ya li bajaroka Rimêlan kir. Li vir Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif, Serokê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer û Cîgira wî Emîne Osê û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, her wiha endamên Hevserokatiyê û Endamên Dîwana Meclîsa Zonz  pêşwaziya Hilton kirin.

Hilton, bi Hevserokên Kantona Cizîrê re kir û rewşa Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan hate gotûbêjikirin. Di civînê de aliyan bal kişand ser êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê ku li dijî Kantonê pêk tê.

Piştî hevdîtin bi dawî bû Endamê Lordat a Birîtanyayê Lord Reymont Hilton civîna çapemeniyê lidar xist û rojnamavan re axivî. Hilton got ku di nava Rojava de tenê karîbû serdana Kanotna Cizîrê bike û da zanîn ku ew dixwaze di demeke nêzî de hersê kantonên Rojava bibin yek. Hilton, destnîşan kir ku di wê baweriyê de deye ku sîstema Xweseriya Demokratîk sîstekeke baş ji bo çareserkirina aloziya Sûiryê û nimûneye ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû gelê Rojhilata Navîne.

Lord Reymont Hilton, destnîşan kir ku wî jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkahteyan de ecibandiye û wiha dom kir: ˮTişta herî baş di sîstema kantonnê de zimanên kurdî, erebî û suryanî zimanên fermî yên kantonê ne.ˮ

Derbarê pirsa peyama ku ji Birîtanya aniye Rojava çiye Lord Reymont Hilton, got: ˮNameya min ew e ku herêmek hebe hebû pêkhate bi aramî li ser jiyan bikin hebe, pêwîste hemû kes piştgiriya wê herêmê bikin.ˮ

Derbarê nerîna welatê wî li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Lord Reymont Hilton destnîşan kir ku metirsînên welatê wî derbarê êrîşên çeteyan a li ser herêmê heye û wiha dom kir: ˮDi nerîna min de tişta ku welatên Ewropa li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tînin têrê nake. Ew dikarin bêtir zextê bikin da ku dawî li çeteyan were.ˮ

Li ser pirsa rojnamvanekî ya çima welatên Ewropa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk fermî nas nakin Lord Reymont Hilton bi van gotina ez jî tevlî nerîna te dibim û heman pirsê dikim çima Rêveberiyê Fermî nasnakin, pirs bersivand.

Lord Reymont Hilton, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ˮEz ê dengê Rojava bighînim hemû Ewropa, ez ê di riya wezareta karê derve ya Birîtanya û di riya têkiliya min bi wan re, her wiha di riya Perlamantoya Ewropa û Meclîsa Lordat a Birîtanyayê dengê Rojava bighînim. Ezê di rojnameyan de jî li ser serdana xwe ya Rojava binivîsim, her wiha ez ê di ser malpera xwe ya Internêtê jî belav bikim.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Lord Reymont Hilton da xuyakirin ku armanca wî ya sereke ji serdanê miroviye û wiha dom kir: ˮMin xwest rewşa gel û jiyana wan a 5 salan bişopînim.Ez hîn bûm ku Rewşa Rojava başe Ez ê ji bo tiştên ez hîn bûm bighînim raya gitşî ya derve.ˮ

piştî civîna çapemeniyê bi dawî bû Lord Reymont Hilton vegeriya welatê xwe.

Güncelleme Tarihi: 21 Mayıs 2015, 12:02
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER