Burkan El-Firat: 7 gund hatin rizgarkirin

Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat a Kantona Kobanê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî de 7 gundên başûrrojhilat Kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Burkan El-Firat: 7 gund hatin rizgarkirin

Navenda Çapemeniya Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat a Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera wan a ferî weşandiye, ragihand ku wan di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî de 7 gundên başûrrojhilat Kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Di daxuyaniyê de wiha hate got: “Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat çalakiyên xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê û paqijkirina herêmê ji çeteyan didomîne. Burkan El-Firat piştî rojekê ji îlankirina operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî (Til Ebyed) li başûrrojhilatê Kantona Kobanê gelek gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.”

Li gorî daxuyaniyê gundên hatine rizgarkirin ev in: “Çiqor Xerbî, Çiqor Şerfqî, Derbteht Xerbî, Derbteht Şerqî, Mera Ser, Boz Hamo û Cirûd.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hejmara ziyan û kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê nehate zelalkirin û operasyonê heta niha berdewam e.

Güncelleme Tarihi: 31 Mayıs 2015, 12:18
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER