Fermandariya YPG’ê: Di navbera DAIŞ û koalîsyona Suriyê de ferq nemaye

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, derbarê daxuyaniya Koalîsyona Suriyê ku duh (30 gulan) dabû û îdîa kiribû ku hêzên YPG’ê êrîşî azadiya gundiyên ereb û kurd dike û wan ji herêmên wan derdixîne de daxuyaniyek weşand.

Fermandariya YPG’ê: Di navbera DAIŞ û koalîsyona Suriyê de ferq nemaye
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi zimanekî tund daxuyaniyên Koalîsyona Suriyê yên li dijî operasyonên rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de şermezar kirin û got: “Êdî daxuyaniyên koalîsyonê rûyê duyemîn ê DAIŞ’ê dide diyarkirin, ji bilî cilên fermî tu cudahî di navbera DAIŞ’ê û koalîsyonê de nemaye.”


Fermandariya Giştî ya YPG’ê, derbarê daxuyaniya Koalîsyona Suriyê ku duh (30 gulan) dabû û îdîa kiribû ku hêzên YPG’ê êrîşî azadiya gundiyên ereb û kurd dike û wan ji herêmên wan derdixîne de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin wiha ye:

“Di her serkeftineke ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Suriyeyê bi alîkariya hêzên hewayî yên hêzên Koalîsyona Navnetewî li dijî DAIŞ’ê bidest dixe, Koalîsyona Suriyeyê daxuyaniyên ji rastiyê dûr dide. Di daxuyaniya koalîsyonê ya dawiyê ku di 30’ê gulana 2015’an de daye de, tiştên ne rast têne gotin. He wiha tê xwestin ku raya giştî bê xapandin û YPG were teşhîrkirin. Ev jî ji rêxstina DAIŞ’ê ku li dijî gelê Suriyê bi hemû pêkhateyên wê ve komkujiyan pêk tîne re xizmetê dike.

Hêzên koalîsyonê bi van hewildanên sorkirina agirê ku pêkhate hevûdin qebûl nekin û çandina pevçûnên navxweyî yên di nava pêkhateyan de, bi şêwaz û neberpirsyartiya xwe tevlîheviyan derdixînin û rastiyan berevajî dikin. Di heman demê re aştî û xêrxwaziya gelê Suryeyê naxwazin.

Êdî daxuyaniyên koalîsyonê û tevgera wan rûyê duyemîn yê DAIŞ’ê dide diyarkirin, êdî  ji bilî cilên fermî tu cudahî di navbera DAIŞ’ê û koalîsyonê de nemaye. Di heman demê de ew bûye hevparê DAIŞ’ê ku rêbazên xwe yên qirêj li ser gelê Suryeyê pêk tîne.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yekem hêze ku li Suriyeyê tu cudahî nexistiye navbera pêkhateyan û tevlîbûna ji hemû pêkhateyan ji bo nava hezên ku di roja îroyîn de pêk tê vê rastiyê raber dike.

Çeteyên DAIŞ’ê di heman wextê de mirovên sivîl ji bo xwe weke mertal bi kar tînin û yên ku qebûl nakin jî bi rengekî hovane qetil dikin. Mînakên wê di roja 27’ê gulanê de li gundê Nestel ê ku 45 km dikeve başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê û beriya wê jî li gundê Ebu Şaxat hatin dîtin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê gund û mezrayên ku dagir kiribûn vegerandine zeviyên mayin û teqemeniyan. Bi dehan maşîneyên leşkerî li wan deveran teqadin û agir pêxistin ji bo ku reva xwe veşêrin.

Dema ku em li dijî DAIŞ’ê radibin û wan diqewitînin, koalîsyon bi rêbazekî nû derdikeve û wekî ku pirsa “hun çima li dijî DAIŞ’ê şer dimeşênin û hun çima bi ser dikevin” dike. Her wiha wekî ku bêje “bila DAIŞ terorîzma xwe dewam bike” tevdigere.

Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji hêzên koalîsyonê daxwaz dikin ku vegerin refa welatparêzî û xizmeta gelê Suriyeyê. Her wiha  durî rêbazên hêzên din ku jihev dûrxistina pêkahatiyan armanc kirin bisekinin. Dîsa em ji Emcumena Niştimanî Kurd Li Suriyê (ENKS) daxwaz dikin ku helwesta xwe li hemberî koalîsyonê diyar bike, ji ber ku ew jî hevparê wan ne.

Em careke din eşkere dikin ku em ê şerê terora DAIŞ’ê bikin û tevahî pêkhatiyên ereb, suryanî, asurî biparêzin. Heta dawiyê erka ku dikeve ser milê me em ê bicîh bînin û ji bo avakirina Suriyeyek demokratîk a di xizmeta gel de û ji bo  parastina nirxên mirovahiyê têbikoşin.”

Güncelleme Tarihi: 31 Mayıs 2015, 13:50
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER