Navenda Çandê ya Hesekê afrîneriya zarokan pêş dixe

Şagirtên ku di Navenda Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Hesekê de perwerde dibin, ji wan ji sedî 45 zarok in. Zarok di Navendê de li rex waneyên hunerî û çandî, zimanê kurdî jî fêr dibin.

Navenda Çandê ya Hesekê afrîneriya zarokan pêş dixe

Navenda Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Hesekê ji destpêka hatiye vekirin ve kar û xebatên xwe bi rêk û pêk dide meşandin. Îsal di navendê de ji 150 şagirtan 68 zarok in û di aliyên çandî û hunerî de tên perwerdekirin. Zarok li rex perwerdeyên hunerî zimanê kurdî jî fêr dibin.

Di navendê de 4 komên hunerî yên zarokên ku temenên wan di navbera 5 û 14’an de ne, hene û li ser komên mûzîk, stran, şano û dîlan hatine belavkirin.

Koma bi navê Şehîd Delîl a mûzîk û stranan e. Hejmara endamên vê komê 17 zarok in. vê komê di sala 2014’an de 4 stranên derbarê mafên zarokan û şoreşê de tomar kirin. Her wiha klîpek ji stranan xwe ya bi navê “Hey lê dayê” kişand.

Koma Şehîd Yekta ya şano ye û hejmara vê komê 11 zarok in. zarokên vê komê perwerdeyên akademîk derbarê şano de dibînin. Vê komê di sala borî de du şano yên bi navê “Nok” û “Dara serokatî” pêşkêş kirin û niha jî amadekariyên şanoyeke nû ya bi navê “Lîstokên zarokan” dike.

Koma Şehîd Salar a dîlanê ye û hejmara endamên wê 20 zarok in û koma din a dîlanê jî ya Şehîd Viyan e û hejmara wê jî 20 zarokên keçik in. Koma Şehîd Viyan di sala borî de du dîmenên dîlana folklorîk pêşkêş kirin û niha jî amadekariyên 4 dîmenan dike.

Hemû endamên van koman heftane du rojan perwerdeya xwe dibînin û li rex perwerdeya xwe jî perwerdeyên fikrî û zimanê kurdî jî dibin.

Derbarê mijarê de Rêveberê Navenda Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Hesekê Kawa Xalid axivî û diyar kir ku hejmara zarokên di navendê de ji sala borî bêtir in û wiha got: “Di sala borî de hejmara zarokan di navendê de ji sedî 40 bûn û îsal jî rêjeya zarokan gihîştiye ji sedî 45 in. Me hemû zarok li ser komên hunerî û çandî belav kirin û ji bo pêşxistina afrîneriya zarokan em bi hemû hêza xwe tevdigerin.”

Xalid da zanîn ku ew perwerdeyên xwe di aliyên şano, mûzîk, dîlan, zimanê kurdî û fikrî bi rêk û pêk didin meşandin û wiha domand: “Em civînên xwe bi awayekî asayî li dar dixin û hemû kar û xebatên xwe di van civînan de dinirxînin. Her wiha hemû pêşniyar û projeyên dema pêş jî nîqaş dikin.”

Xalid di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca wan avakirina nifşekî nû û zane ye da ku çand û nasnameya xwe biparêze. Xalid bang li hemû malbatan kir ku ji bo afrîneriya zarokên xwe pêş bixin, navên wan li Navenda Çand û Hunera Demokratîk de qeyd bikin.

Güncelleme Tarihi: 31 Mayıs 2015, 12:27
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER