Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî

Bi munasebeta cejna Zimanê Kurdî Tevgera Ziman û Perewerdeyê ya Kantona Cizîrê li Dêrikê meşa dirêj, li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê bawername belav kirin.

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
Bi munasebeta cejna Zimanê Kurdî Tevgera Ziman û Perewerdeyê ya Kantona Cizîrê li Dêrikê meşa dirêj, li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê bawername belav kirin.


Tevgera Ziman û Perwedeyê (TZP) gelek çalakî û xebat ji bo cejna Zimanê Kurdî lidar xistin.

DÊRIK

Di vê çarçoveyê de li Dêrikê meşa dirêj hate lidar xistin, meş bi beşdarbûna dehan mamosteyên herêma Dêrikê û Girkê Legê, hejmarek mamosteyên Efrîn û Kobanê ên bi mêvanî hatûbû Dêrikê û  hevsrokê Meclîsa Gel a Dêrikê  Yûsif Hecî meş ji ber avahiya Peymangeha Zanistin Perwedeyê dest pê kir.

Meşvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn û alên TZP’ê hilbgiritbûn bû navbera diurşmeyên ˮBijî Zimanê Kurdîˮ davêtin, di nava sûka bajar re geriyan. Piştre bi meşê berê xwe dan goristanê. Li goristanê mamosteyên ziman ji alilyê Endamên Saziya Malbatên Şehîdan hatin pêşwazîkirin.

Li vir piştî rêzgirtinê endamê TZP’ê Mihyedîn Sîbo û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Ebdulezîz axivîn û spasiya hemû beşdarên meşê kirin, her wiha Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Roajva pîroz kirin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo bawername bi şahiyekekê li 460 xwendekaran hate belavkirin. şahî bi beşdarbûna bi sedan kesî li salona Seyran a li Qenat Siwês bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêveberê TZP’ê Hesen Cûdî axivî û bal kişand ser berxwedana bê hempa ji bo pêşxistina zimanê kurdî Di şahiyê de bawername li xwendekaran hate belavkirin.

Di şahiyê de stran hatin gotin.

HESEKÊ

Şaxa Tevgera Ziman û Perweredeyê (TZP) ya bajarê Hesekê, bawername li 240 xwendekarên ku perwerdeya asta yekem û duyem ên zimanê kurdî ya 2 mehan bidawî kirine, belav kirin. Di bernameya ku li avahiya TZP’ê hate lidarxistin de, her wiha 40 bawernameyên ku pewerdeya xwe bidawî kirine, hatin belavkirin.

 

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî li navenda tevgera Ciwananên Rojava şahiyek hate lidarxistin û bawername li 50 xwendevanan hate belavkirin. Di şahiyê de ji bilî mamosteyên zimanê kurdî, nûnerên TEV-DEM’ê û Saziyên Sivîl jî beşdarbûn. Di şahiyê de Endmaê Desteya RÊveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik jî beşdarbûn. Di şahiyê de endamê rêveber ê Murdîreya Perwedeyê ya Dirbsêiyê Subhî Sîno axivî û Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê kurd pîroz kir.

Di şahiyê de Hunermend û Helbestan Ferhadê Merdê helbest pêşkêş kirin, paşê bawername li 50 xwendekaran hate belavkirin.

Di şahiyê de stran hatin gotin û xelekên govendê hate gerandin.

Güncelleme Tarihi: 15 Mayıs 2015, 18:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER