Cenazeyê şervanê YPG'ê Asil anîn Amedê

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fîrûz Alîzade Asil (Dîşler Kurdistan) ê ku di 8'ê Sibatê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Amedê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Asil anîn Amedê
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fîrûz Alîzade Asil (Dîşler Kurdistan) ê ku di 8'ê Sibatê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Amedê.


Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fîruz Alîzade Asil (Dîşler Kurdistan) ê ku ji bajarê Xoy ê Rojhilata Kurdistanê di 8'ê Sibatê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Amedê. Cenazeyê Asil duh anîn navçeya Pirsûsê ya Rihayê û piştre ji bo karên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî karên otopsiyê malbatê cenaze wergirtin û bi ambulansa aîdî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ber bi Amedê ve derxistin rê. Cenazeyê Asil li Petrola Ava hate pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê Asil anîn morga Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Asil di ketina goristanê de ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û bi meşê ber bi goristanê ve çûn. Di meşê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Hevseroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, hevşaredarên Peyas û Rezan, Dayikên Aştiyê û sedan welatî tevlî meşê bûn.

Cenazeyê Asil bi berzkirina dirûşman birin morgê. Cenazeyê Asil ji bo definkirin dê şevê ber bi Wanê ve derxin rê û sibê dê li Goristana Yenîmaheleyê bê definkirin.

Güncelleme Tarihi: 13 Şubat 2015, 16:31
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER