Cenazeyê şervanê YPG’ê Çetîn ji sînor hat wergirtin

Li Silopiyayê cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn (Cûdî Gabar) ê 8'ê Tebaxa 2014'an li Rebiayê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Çetîn ji sînor hat wergirtin
 Li Silopiyayê cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn (Cûdî Gabar) ê 8'ê Tebaxa 2014'an  li Rebiayê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin.


Li navçeya Silopiya ya Şirnexê cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn (Cûdî Gabar) ê  8'ê Tebaxa 2014'an li Rebaiyê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê ve ji aliyê Dozgeriya Silopiya ve pêşotopsî hat kirin, endamên MEYA-DER û malbata Çetîn cenaze wergirtin. Li gel Hevşaredarê herêma Şirnex, rêveber û hevserokên HDP û DBP, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê gelek welatiyên li ber deriyê Xabûr kom bûyîn bi dirûşma, "Şehîd namirin" cenazeyê Çetîn pêşwazîkirin û bi kerwanek ji dehan wesayîtan pêk tê ber bi navenda bajêr ve ketin ser rê.

Di rê de bi sedan welatiyên li bajaroka Tilqebîn-Wehsit û Taxa Avaşîn derketin ser Rêya Îpekê bi tilîlî, çepik û dirûşma, "Şehîd namirin" her wiha ajokarên TIR û kamyonan jî bi korne û nîşana serketinê cenazeyê Çetîn pêşwazî kirin. Piştî ku cenazeyê Çetîn li navenda bajêr jî hat pêşwazîkirin ji bo otopsiyê ber bi Amedê ve hat oxirkirin.

Hate hînbûn ku piştî otopsiya li Tipa Edlî ya Amedê were kirin cenazeyê Şervanê YPG'ê Çetîn wê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê were definkirin.

 

Güncelleme Tarihi: 29 Mart 2015, 20:39
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER