Cenazeyên 5 cangoriyan hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 5 tekoşerên ku di pevçûnên eniya başûr rojhilatê Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana şehîd Dicele oxirkirin.

Cenazeyên 5 cangoriyan hatin oxirkirin
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên  5 tekoşerên ku di pevçûnên eniya başûr rojhilatê Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana şehîd Dicele oxirkirin. Ji tekoşrên ku hatine oxir kirin. Di nava tekoşerên ku hatin oxirkirn de 2 ji pêkhateyên Ereb ên ku cihê xwe di tugaya Siwar Reqayê de ya girêdayî odeya çalakiyên hevbeş a Burkan El- Ferat de digirtin bûn.


Bi armanca oxirkirinê cenazeyên 5 tekoşrên ku di pevçûnên başûr rojhiltê Kantonê Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ´ê jiyan xwe ji dest dan, bi sedan welatiyên Kantona Kobanê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.Welatiyên ku alên Kurdî rakiribûn bê navbera dirûşmeyên bijî berxwedana YPG´ê û YPJ´ê berz dikirin, cenazeyên tekoşran li vir wergirtin û karwanekî tirimpêlan ber ve goristana şehîd Dicle ya kobanê ve ketin rê.

Dema girseya gel gihişt goristanê li wir merasîma oxirkirnê hate lidar xistin. Piştî deqeyekê rêzgirtin gelek axaftin hatin kirin.  Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Êto û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) jî Rûken Ehmed axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên tekoşran re xwestin û bal kişand ser berxwedana ku şervanên YPG´ê û YPJ´ê û Burkan El- Ferat li dijî çeteyên DAIŞ´ê nîşan didin.

Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku berxwedana ku şervanên YPG´ê û YPJ´ê û Burkan El- Ferat nîşan didin, destanên lehengiyê ku dîrokê jê re şahidî kir, nivîsandine û wiha hat gotin: ˝ Berxwedana lehengên me ji tevahî cîhanê re bû mînak. Fedayî û tekoşîna ku dewam dike, roj bi roj serkeftinan pêk tîne.˝

Axaftvanan diyar kirin ku tevlehevbûna  xwîna gelê kurd û ereb di parastina herêmê de girêdana gelên ku bi hev re jiyana hevbeş jiyan dikin, nîşan da. Axaftvanan gotin ku vê yekî jî hîşt ku kurd û ereb di heman çeperê de li dijî şeteyênê DAIŞ´ê şer bikin.

Di dawiyê de axftvanan soza şopandina riya tekoşran dan.

Di merasîmê de kurê tekoşr Mihemed Xelîl Kurdo Xelîl jî axivî û wiha got: ˝ Ez sersaxiy ji tevahî malbat û zarokên şerhîdan re dixwazim. Her roj ev axa ku zilmê napejirîne bi xwîna pakrewanan tê avdan. Ji bo vê jî dibe ku em tekoşîn û berxwedanê bikin, heta ku em tola şehîdan rakin. Bavê min yek  ji kesên ku canê xwe fedayî vê axê kiriye. Wî dest ji zarok û malbata xwe berda, ji bo ku şerfa xwe biparêze. Ez jî soz didim ku ez ê riya wî heta ku armanca ku wî canê xwe ji bo wê feda kir, pêk tê, bişopînim.˝

Piştî axaftinan welatiyan bi tililî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana şehîd Dicle spartin axê.

Nasnameya şehîdan wiha ye: 

Nav: Meryem Mihemed

Nas nav: Agirî Yêlmaz.

Navê bav: Mihemed

Navê dayîkê: Wehîde

Dîroka ji dayîk bûnê: 1995 gundê mizxenê yê Kobanê

Dîroka tevlêbûnê: 2013

Cih û dîroka şihadetê: 13/4/2015´an Hemdûn

==============

Nav: Farûq Daban

Navê bav: Berkel

Navê dayîkê: Zibêde

Dîroka ji dayîk bûnê: 1982 Şêx Çopan

Dîroka şihadetê: 14/ 4/ 2015´an Girik

=============

Nav : Mihemed Xelîl

Navê bav: Îbrahîm

Navê dayîkê: Edûlê

Cihê ji dayîk bûnê: 1967 Çelebiyê

Dîroka tevlê bûna nav refên Asayîşê: 2012

Dîroka şihadetê: 13/4/2015´an Çelebiyê

============

Nav: Hesen Mehrawî

Cihê ji dayîk bûnê: Reqa

Dîroka şihadetê: 14/4/2015´an embarên genim ên Sirînê

============

Nav: Ebdil Qadir Mihemed

Cihê ji dayîk bûnê: Reqa

Dîroka şihadetê: 14/4/2015´an ambarên genim ên sirînê

Güncelleme Tarihi: 15 Nisan 2015, 12:49
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER