Namzetê HDP'ê Atalan: AKP wê nikaribe ji Êlihê wekîl derxîne

Ji namzetên HDP'ê yên Êlihê Atalan dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir. Atalan ku ev 25 sal in li Ewropayê di nav siyaseta aktîf de ye destnîşan kir, ku HDP dikare bibe dengê hemû gelan.

Namzetê HDP'ê Atalan: AKP wê nikaribe ji Êlihê wekîl derxîne
 Ji namzetên HDP'ê yên Êlihê Atalan dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir. Atalan ku ev 25 sal in li Ewropayê di nav siyaseta aktîf de ye destnîşan kir, ku HDP dikare bibe dengê hemû gelan. Atalan anî ziman ku ew ê ji Êlihê çar parlamenteran derxînin.

Namzetê HDP'ê yê Êlihê yê rêza yekemîn Alî Atalan, hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand...

MIN 25 SALAN LI ELMANYAYÊ POLÎTÎKA MEŞAND

Ji bo hilbijêrên we nas nakin, hûn dikarin xwe bidin naskirin?

Di sala 1968'an de li gundê Bacinê yê navçeya Mêrdîn Mîdyatê ji dayik bûm. Heta 17 saliya xwe li welêt jiyam. Piştî temamkirina lîseyê, dis ala 1985'an de em neçar man koçî derveyî welat bikin. Li Elmanyayê min Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanistên Civakî qedand. Di nava Partiya Çep a Elman de 25 salan min polîtîka meşand. 8 salan min endametiya meclîsa şaredariya bajarê mezin kir. Dûre li Parlamenta Eyaletê bûm parlamenter û herî dawî jî ji bo Federasyona Êzidiyên li Ewropayê weke Hevserok hatim hilbijartin. Zewicî me, du keç û du kurên min hene.

'ÊZIDÎ JÎ MISILMAN JÎ DI BIN SÎWANÊ HDP'Ê DE NE'

Siyaseta HDP wê karibe îdîaya xwe ya xwegihandina hemû beşên civakê bicih bîne?

HDP partiyeke siyasî ye ku ji bo temsîla wekhev a hemû çand û baweriyên li ser vê xakê, ji bo jiyaneke bi hev re ya hemû gelan, ava bûye. Ev yek li Kurdistan, Tiriye, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi eleqeyeke mezin tê şopandin. Ji xwe namzetên xwe jî li ser van bingehan hilbijartiye. Li ser vê xakê li hemberî bawerî û çandên cuda komkujî û qirkirinên bê hejmar rû dan. Li vê erdnîgariya ku ewçend zilm lê hatiye jiyîn, HDP bi şiyara bûyîna dengê gelan derket holê.

Ez weke welatiyekî ji baweriya Êzidî çawa ku li vir têm temsîlkirin, Misilmanek jî di bin vê sîwanê de bûye namzet û temsîliyeta nasnameya xwe dijî. HDP a bi biryar e bibe dengê Elewî, Suryanî, Êzidî, Ermenî, karker, bêkar û hemû beşên civakê, di heman demê de wezîfeya bûyîna platformeke mezin hilgirtiye ser milê xwe. Bi dîtina min HDP ne tenê partiyeke hêviya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. HDP di roja îro de xwedî vîzyon û perspektîfeke ku dikare rewşa kaosê ya gelên Rojhilata Navîn dijî, çareser bike. Cihgirtina li nava partiyeke ku li hemû cîhanê derbasdar e, ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.

'GELÊ ME RÊ NADE'

Li Êlihê, derdorên desthilatdariyê nasnameya we ya etnîkî derdixîne pêş û antî propagandayê dikin. Hûn vê çawa şîrove dikin?

Partiyên sîstemê, li ser cihêrengiya bawerî û etnîkî, polîtîkayeke cihêkirin û dervehiştinê dimeşînin. Ji bo me ne rewşeke xerîb e ku hêzên hegemonîk ji bo desthilatdariya xwe qewîn bikin serî li nîjadperestiyê didin. Hêzên serdest bi gotina 'Ev Êzidî ne, ev Xiristiyan in, ev Elewî ne, ev Misilman in' polîtîkaya nîjadperestiyê dimeşînin. Lê belê ev mejî wê êdî bi ser nekeve. Berî û piştî avabûna Komarê gelek mirovên ji baweriyên cuda hatin qirkirin. Tevî vê paşeroja qirêj jî hînê mejiyê ku mirovan ji ber baweriya wan ji xwe nabîne heye. Rûyê qetlîamkar ê vê zîhniyetê derketiye holê. Li Ewropaya ku carna em rexne dikin, em weke koçber li wir dibin xwedî mafê welatîbûnê û dibin parlamenter. Li derveyî welatê xwe eger em dikarin bibin siyasetmedar, lê li welatê xwe namzetiya me weke rewşeke xerîb tê dîtin, hingî diyare ev derdor xwedî zîhniyetê serdema navîn e. Gelê me di vî warî de hestyar û hişyar e; qet gumana me nîne. Ji ber vê yekê êrîşa van ji ser nasnameya etnîkî wê bi me nede windakirin. Berevajî wê bi me bide qezençkirin. Gelê me yê xwedî hişmendiya neteweyî ye, wê rê nede van argumanan.

'EZ Ê HEWL BIDIM TÊKILIYÊN ÊLIH-EWROPAYÊ XURT BIKIM'

Li Ewropayê we di parlamentê de cih girtin. Baş e, li Êlihê projeyeke we heye ku hûn bi vê yekê re deng ji gel bixwazin?

Vîzyona siyasetê ya HDP'ê diyar e. Bicihanîna daxwazên gelan li parlamentê ye. Îsal bi tevlîbûneke xurttir em ê li Meclîsê bibin dengê gelan. Her wiha weke mirovekî li Ewropayê siyaset kiriye, ez ê hewl bidim têkiliyên Êlihê yên bi Ewropayê re xurttir bikim. Ji bo pêşeroja Êlihê ez ê hewl bidim ji derfetên li wê derê sûdê werbigirim. Wekî din em ê hewl bidin tecrûbeyên xwe yên li Parlamenta li Ewropayê li vir bicih bînin. Bi taybetî em ê di demokrasiyê de israr bikin. HDP di heman demê de tevgereke kolektîf e. Parlamenterek bi tena serê xwe projeyê pêşkêş nake yan jî bi serê xwe tevnagere. Lewma em ê projeyên hevpar hilberînin û bi hev re perspektîfê pêşkêş bikin.

ARMANC ÇAR JI ÇARAN E

Gelo îhtimal heye ku AKP parlamenterekî derxîne?

Ji nava partiyên sîstemê bi tenê partiyeke heye ku ji bo desthilatdariya xwe hemû derfetên dewletê bikar tîne, ew jî AKP ye. Eger mirov li rewşa dawî ya li Êlihê binêrin, hewldanên me wê ew be ku AKP nikaribe li Êlihê parlamenterekî jî derxîne. Em bi biryar in ku çar namzetên xwe jî hilbijêrin. Divê gelê me jî bi vî rengî giraniyê bide ser xebatê. Ev hilbijartin wê ji bo me hilbijartina diyarkirina pêşeroja me be. Em ê li Êlihê partiyên sîstemê bikin partiyên tabelayê.

Güncelleme Tarihi: 15 Nisan 2015, 12:58
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER