Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê hat girtin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Fîlîtoglû yê li Çewlikê hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê hat girtin
Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Fîlîtoglû yê li Çewlikê hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Bi nêzîkbûna hilbijatinên 7 ê Hezîranê re girtin jî zêde bûn.


Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Fîlîtoglû ku 2 roj berê li navenda Çewlikê hat binçavkirin, duh danê êvarê sewqî Edliyeya Çewlikê hat kirin. Dozgeriyê bi hinceta "Ji PKK'ê re endaman peyda dike" û "Propaganda rêxistinê dike" ji bo bê girtin Fîlîtoglû şand şandê.

Piştî ku îfadeya Fîlîtoglû hat girtin, dadgehê bi heman sedemê ew girt û şand Girtîgeha Girtî ya Çewlikê.

Güncelleme Tarihi: 15 Nisan 2015, 12:56
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER