Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê li Amûdê û Kobanê spartin axê

Li Amûdê û Kobanê cenazeyên 5 şervanên YPG’ê yên 25’ê nîsanê di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dane, spartin axê.

Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê li Amûdê û Kobanê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê  Henedî Mehmûd Mislim, Hoşeng Bîran (Karker Anduq), Heysem Ekar û Ardar Serêkaniyê û Dilovan El-Melek (Dilo Girfêris) yên 25’ê nîsanê di berxwedana Kobanê û Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dan li Amûdê û Kobanê hatin definkirin.

KOBANÊ

Cenazeyê 4 şervanên YPG’ê yên 25’ê nîsanê di berxwedana berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dan ji aliyê sedan kesan kesî ve hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê  Henedî Mehmûd Mislim, Hoşeng Bîran (Karker Anduq), Heysem Ekar û Ardar Serêkaniyê yên 25’ê nîsanê di berxwedana li dijî çeteyan ya li gundê Çelebiyê yê Kobanê de jiyana xwe jidest dan, ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîd Dicle ya gundê Termik a Kobanê hatin definkirin.

Bi sedan kes bi armanca wergirtin cenazeyên 4 tekoşeran li ber li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê kom bûn. Girseya ku bê navber diruşmeyên ˮbijî berxwedana YPG’ê, Bijî berxwedana YPJ’ê û Şehîd Namirinˮ qîr dikirin cezazeyên şervanan wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termik a Kobanê ve derketin rê. Li riya ketina goristanê de girse ji tirmpêlan daketin û cenaze li ser milan kirin û bi diruşmeyan heta goristanê meşiyan. Li vir meraîm hate lidarxistin û piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Şêxo axivî û di axaftinan xwe de sersaxiya ji malbatên her çar têkoşeran xwestin û diyar kir ku tevî hemû hêz û hewildanên dijminan jî lê berxwedana şervanan ne hiştiye komên çete êrîşên xwe pêk bînin.  Şêxo, bang li li gelê kurd kir ku li ser oxira şervanên azadiyê bimeşin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana parastinê bibin.

Piştî axaftinan girseyê cenazeyên çar şervanan bi tilîlî û diurşmeyan spratin axê.


Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilovan El-Melek ji alyê aliyê sedan kesî û dehan endamên YPG’ê ve ji navenda tenduristiyê ya bjarê Amûdê hate wergirtin. Piştre girseya ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG’ê re davêtin cenaze bi armanca nerîna dawî ya malbatê bi kerwanekî tirmpêlan birin gundê lê jidayîk bû ye Girê Fêris. Li vir jî cenaze ji aliyê gundiyan ve bi diurşmeyan hate pêşwazîkirin. Piştî nerîna dawî ya malbatê, girseyê careke din cenaze bi ber bi bajarê Amûdê ve derketin rê û li ber navenda tenduristiyê ya Amûdê girseyê cenaze ji tirmpêlan daxit û li ser milan kirin û heta goristna Şehîd Ismaîl  ve meşiyan.

Li goristanê turena leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate pêşkêşkirin. Di merasîmê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, li ser navê Saziya Malabtên Şehîdan Ehmed Silêman, li ser navê malbata şervanê YPG’ Dilovan El-Melek bêav wî Salar El-Melek axivîn.

Di axafitinan de sersaxî ji malabata şervanê YPG’ê û hemû cangoriyên azadiyê re hate xwestin û hate gotin ku qelenê avakirina welatan xwîne û li ser wî esasî îro ciwanên herêmê vê şopê dişopînin û li dijî çeteyên hov parstina herêmê dikin. Di axaftina de her wiha hate destnîşankirin ku şervanên herêmê careke din bi xwîna xwe di nava cîhanê de dîroka xwe dinivîsin û soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.

Di merasîm de hevalekî Şervanê YPG’ê Dilovan ê bi navê Birûsk Amûdê axivî û bal kişand ser  jiyana wî û berxwedana wî ya di nava hêzên YPG’ê de û ev agahî dan: ˮŞehîd Dilo her dem gotina ku ez ê Şehîd bikevim digot, digot ez ê di ber xaka xwe de bibim şehîd. Hevalê me Dilo pir fedekar û biryardar bû, her dem erka xwe pir baş pêk tanî.ˮ

Piştî axaftinan sîcilê şervanê YPG’ê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya mersîmê de girseya gel cenaze bi tilîlî û durşmeyan spartin axê.

Güncelleme Tarihi: 27 Nisan 2015, 12:38
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER