Kurd û ereban li dijî çeteyan gund parast

Çeteyên DAIŞ’ê bi tang û topan êrîşî gundê Girê Sor yê li rojavayê herêma Kobanê û li ser sînorê Çemê Firatê ye kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi tang û topan  êrîşî gundê  Girê Sor yê li rojavayê herêma Kobanê û li ser sînorê Çemê Firatê ye kirin. Lê şervanên YPG/YPJ`ê bi hevkariya Burkan El-Firat bersiv dan û herêm ji çeteyan paqij kirin. Welatiyên gund jî li rex şervanan cih girtin.


Di 24`ê Nîsana 2015`an  saet di 05.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û tangan êrîşî gundê Girê Sor ku piraniya niştecihên wê ereb in kirin. Bi êrîşê re welatî jî neçar man ku malên xwe terk bikin û ji gund derkevin.

Li ser vê yekê hêzên YPG/YPJ’ê û Burkana El-Firat bersiv dan û zêdetirî 10 saetan şerên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnan de çete têk çûn û herêm hate rizgarkirin.  Şervanê YPG`ê Rodî Efrîn diyar kir ku di encama şerekî dijwar de çeteyên DAIŞ’ê têk çûne û gelek ji wan hatine kuştin, yên din jî reviyan e.

Sivîlên ereb jî li hemberî çeteyan şer kirin

Di dema pevçûnan de welatiyê bi navê Ebo Stêf ku 15 zarokên wî hene jî bi çeka xwe li rex şervanan li dijî çeteyan tevlî berxwedanê bû. Ebo Stêf got ku çeteyên DAIS’ê bi navê Îslamiyetê êrîşî gel dikin û wiha dom kir: “Li ser navê Îslamiyetê tevdigerin, lê hemû qirêjiyan dikin. Vaye heb û madeyên wan yên hişbirinê me ji berîka wan derxistin. 15 zarokên min hene, lê min bi temenê xwe yê, çek rakirye û li hemberî van teroristan şer dikim. Ez zarok û mala xwe biparêzim.”

Dayîka 5 zarokan a bi navê Fatîme Eloş jî anî ziman ku ji serê sibêde bi dengê tang û topan hişyar bûye û wiha got: “Em tevî zarokên xwe yên biçûk, bê pêlav û kinç ji malê derketin. YPG’ê û Burkan El-Firat em parastin. Çeteyên DAIS’ê di bin navê Îslamiyetê êrîşî gundê me kirin, tu eleqeya man bi Îslamiyetê re nîn e.”

Güncelleme Tarihi: 27 Nisan 2015, 12:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER