Çeteyên ku direvin gund şewitand

Çeteyên DAIŞ’ê ku li gundê Rezaza yê dikeve bakur rojavayê Hesekê derbeyên giran xwarin û ji gund hatin derxistin, di dema reva xwe de, gundê Til Hurmuz ê li nêzî Rezaza şewitand.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê ragihandin, piştî ku gundê Rezazê yê 12 kîlometre dikeve bakûr rojavayê Hesekê, di encama pevçûnên 3 rojan de îro saet di 09.15’an de ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin, çete ji herêmê reviyan.

Çeteyên DAIŞ’ê ku li Rezaza zêdetirî 40 kuştiyên wan çêbûn, di dema reva xwe de gundê Til Hurmuz ku ew jî 14 kîlometreyan dikeve bakûr rojavayê Hesekê û 2 kîlometreyan nêzî Rezaza ye, şewitandin. Gundê Til Hurmuz di bin dagirkeriya çeteyan de ye.

Gundê Til Hurmuz gundekî ku welatiyên Asurî tê de bûn û di bin dagirkeriya çeteyan de ye.

Güncelleme Tarihi: 15 Mayıs 2015, 18:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER