Li Cizîrê qanûn çawa tên derxistin?

Endama Komîteya Hiqûqa Demokratîk a Herêma Cizîrê Bêrîvan Şêxdawûd Hesen diyar kir ku ew di amadekirin û sererastkirina qanûnên herêmê de xwe dispêrin rêpîvanên avakirina civaka exlaqî, azad û demokratîk.

Li Cizîrê qanûn çawa tên derxistin?
Endama Komîteya Hiqûqa Demokratîk a Herêma Cizîrê Bêrîvan Şêxdawûd Hesen diyar kir ku ew di amadekirin û sererastkirina qanûnên herêmê de xwe dispêrin rêpîvanên avakirina civaka exlaqî, azad û demokratîk.


Ji bo naskirina rêbaz û rêpîvanên derxistina qanûnan ên herêma Cizîrê, Endama Komîteya Hiqûqa Demokratîk a herêma Cizîrê Bêrîvan Şêxdawûd Hesen ji ANHA’yê re axivî.

Bêrîvan Hesen got ku herêma Cizîrê herêmeke hewcedarî gelek qanûnan e û ji ber vê jî qanûn bi awayekî lezgîn derdikevin. Hesen wiha anî ziman: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di pêngava avakirina xwe de ye, çanda xwebirêvebirina hê di nava welatiyên herêma de nehatiye bicihkirin. Ji ber vê jî rêveberî gelek astengiyan dibîne. Ev yek xwe dispêre asta têgihiştine welatiyan ji qanûn û sîstema rêveberiyê re. Ji ber vê dema ku rêveberî qanûneke derdixe an jî biryarekê distîne ev astengî tên jiyîn û zû zû nayên naskirin an jî pêkanîn. Qanûnên ku derdikevin jî ji ber lezbûnê di bingeha xwe de gelek kêmasiyên wan hene û ev kêmasî nabin ku wiha dewam bikin, mînak nabe ku qanûn Rêveberiya Xweser wekî yên sîstema dewletên desthilatdar bin, vê yekê hiştin ku Meclîsa Zagonsaz pêşniyar bike ku komîte yan jî buroya me were avakirin.”

‘Em xwe dispêrin civaka demokratîk’

Bêrîvan Hesen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di amadekirin û sererastkirina qanûnan de rêpîvanên Netewa Demokratîk û bingehên civaka exlaq, demokratîk û azad esas digrin û hewl didin ku bi yekê civaka azad ku armanc digrin ava bikin.

‘Rewşa heyî lezkirinê dixwaze’

Hesen wiha mijar rave kir: “Ji bo her qanûneke ku em bixwazin derxin helbest dem pêwîste, carcaran qanûn nêzî mehekê em li ser disekinin heta ku baş tê amadekirin, lê bi rastî tişta herî ku bandore li xebatên yasayî dike ew e herêm di rewşeke aloz re derbas dibe, ji ber vê jî pêwîstî bi gelek qanûnên cuda cuda heye û divê ev qanûn werin derxistin da ku li gorî wê xebat û tedbîr werin girtin.”

‘Qanûn wiha derdikevin’

Bêrîvan makanîzmeya derxistina qanûnan şîrove kir û wiha axivî: “Destpêkê desteyên Rêveberiya Xweser an jî sazî û rêxistinên herêma Cizîrê qanûnên xwe pêşniyarî Meclîsa Zagonsaz dikin ku werin erêkirin. Meclîs jî van qanûnan ji me re dişînin, li vir em wekî komîteyek qanûnî pispor qanûnan lêkolîn dikin, li gorî pîvanên xwe amade dikin û sererast dikin. Piştî sererastkirinên xwe, em bi rêxistinên pispor re reşnivîsa qanûnê gotûbêj dikin. Di wan nîqaşan de jî guhertin çêdibin, piştre em wekî komîte reşnivîsê bi hevserokatiya meclîsa Zagonsaz û Komîteya Qanûnî ya Meclîsê re nîqaş dikin. Li wir jî em digihêjin vehûnandinekê. Herî dawî ev proje di civîna asayî ya Meclîsa Zagonsaz de tê pêşkêşkirin û endamên meclîsê li ser nîqaşên demdirêj dikin. Eger qanûn li gorî xwestek û pêwîstiyên herêma Cizîrê bin li wir tê erêkirin û eger têbinî li ser hebin, tê rawestandin û careke din dikeve qonaxa lêkolînê. Qanûna ku pêwîstiya wê tune be, jî bi temamî tê rawestandin.”

Güncelleme Tarihi: 15 Mayıs 2015, 18:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER