'Emê di 2 mehan de nexweşxaneya Kobanê çêbikin'

Endamê şandeya Odeya Dermanfiroşan a Mêrdin-Şirnexê Mehemed Vafî Aksoy ku duh hatibûn Kobanê û gotibûn ku ew ê nexweşxaneyekê li Kobanê çêbikin, diyar kir ku ew ê di hezîranê de dest bi çêkirina nexweşxaneyê bikin û di nava 2 mehan de temam bikin.

Mehmed Vafi Aksoy derbarê mijarê de agahî dan ANHA’yê. Aksoy destnîşan kir ku ew wekî Odeya Dermanfiroşan ji bo jinûve avakirina Kobanê amade ne ku çi ji destê wan were bikin. Aksoy da zanîn ew bi vê armancê hatine Kobanê û dê rewşa tendurîstî di cihde bişopînin.

Aksoy, anî ziman ku wan di lêkolînên xwe yên li herêmê de tiştên pêwîst ên tenduristiyê tespît kirine û wiha dom kir: “Em van tiştên ku me tespît kirine dikin rapor. Pêwîstiya  Kobanê di  warî tenduristî de  bi çi heye me bi xwe şopand.”

Dê hezîranê bê destpêkirin

Aksoy bi bîr xist ku  ev 9 meh e kampanyaya alîkariyê didin meşandin û got ku ew ê niha jî nexweşxaneyekê ava bikin. Aksoy têkildarî mijarê ev agahî dan: “Em ê di mena hezîranê de dest bi çêkirina nexweşxaneyê bikin. Em armanc dikin ku di nava 2 mehan de nexweşxaneyê temam bikin. Ji bo wê jî em bang li gelê xwe û saziyên tenduristî dikin ku alîkarî bidin da ku ji bi lez dest bi  xebatên avakirina nexweşxanakê bikin.”

Güncelleme Tarihi: 22 Nisan 2015, 13:50
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER