Hesreta wê dîtina YPJ'ê ye

Kobaniya bi navê Newroz Mehemed a ku çavên wê nabîne diyar kir ku tenê daxwaze wê çavê wê ronahiyê bibîne û tevlî şervanên YPJ'ê bibe û got: "Xweziya çavên min dîtibûya, minê dest avêtiba çekê û çûbam eniya şer."

Hesreta wê dîtina YPJ'ê ye
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikînin û hatin Pirsûsê bi cih bûn, bi operasyonên rizgarkirina gundên Kobanê kêfxweş dibin. Kobaniya bi navê Newroz Mehemed a ku çavên wê nabîne diyar kir ku tenê daxwaze wê çavê wê ronahiyê bibîne û tevlî şervanên YPJ'ê bibe û got: "Xweziya çavên min dîtibûya, minê dest avêtiba çekê û çûbam eniya şer."


Pêngava duyemîn a rizgarkirina gundên Kobanê bi berfirehî dewam dike. Welatiya Kobanê ya bi navê Zelîxan Berkele ya ji gundê Sêv Elî diyar kir ku bi serketina şervanên YPG/YPJ'ê kêfxweş bûye û dixwaze demildest vegere welatê xwe. Berkele da zanîn ku jiyana wan di konbajaran de bi zehmetî didome û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê bê sedem êrîşî me kirin. Cih û warê me talan kirin. Çeteyên DAIŞ'ê serê mirovên bê guneh jê dikin. Mirovan bi saxî dişewitînin. Bi van kiryarên xwe dibêjin em misilmanin. Misilmantî ev e? Ji hemû welatê biyanî çete hatine."

'HEVKARÊ MEZIN Ê DAIŞ'Ê EROGAN E'

Berkele anî ziman ku yek ji hevkarên çeteyên DAIŞ'ê yê herî mezin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e û got:"Erdogan du derî li me vekir. Di deriyekê de em anîn cem xwe û di deriyê din de jî çeteyên DAIŞ'ê derbas dike. Çekên giran, tank û topan didin çeteyan. Dîsa li Şengalê êrîşî xwişk û birayên me kirin. Çi ji kurdan dixwazin, me çi bi wan kiribû? Wateya vê zilmê çiye?. Em bi milyonan Kurd hene. Ti kes nikare bi me. Bi saya şervanên YPG/YPJ'ê em ê bi serkevin."

'EGER RONAHÎ DI ÇAVÊ MIN DE HEBûYA EZ Ê LI NAV REFÊN YPJ'Ê BÛMA'

Penabera Kobanê ya bi navê Newroz Mehemed ku çavên wî nabîne diyar kir ku tenê daxwaze çavê wî ronahiyê bibîne û tevlî şervanên YPJ'ê bibe û wiha got: "Xwezî çavên min dîtiba minê dest avêtiba çekê û çûbam eniya şer."

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl jî bang ciwan Kobanê kirin û got ku ji bo parastina Kobanê û gundê Kobanê biçin welatê xwe biparêzin û wiha axivî: "Divê ciwanên me hemû biçin welatê xwe biparêzin. Dem ne dema revê ye. Dem dema rizgariyê ye, dema dema berxwedanê ye. Bi vî temenê xwe yê mezin ez ê jî biçim Kobanê li hemberî çeteyan şer bikim."

Güncelleme Tarihi: 12 Şubat 2015, 11:12
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER