Heyeta ji muhendisên Amedê li Kobanê ne

Heyetek ji 35 muhendisên Bakurê Kurdistanê bi armanca di xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin serdana Kobanê kirin.

Heyeta ji muhendisên Amedê li Kobanê ne
Heyetek ji 35 muhendisên Bakurê Kurdistanê bi armanca di xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin serdana Kobanê kirin.


Heyeta ku di Deriyê Murşîdpinar re derbasî Kobanê bû, ji aliyê Alîkarê Meclîsa Rêveber a Kobanê Xalid Bergel, Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kobanê Mistefa Ebdê, Serokê Desteya Bazirganî û Aborî ya Kobanê Mehmûd Bozan û hin muhendisên Kobanê ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê berê xwe da navenda rêveberiya xweseriya demokratîk da ku bi rayedarên kantonê re bicivin, rêbaz û çawaniya beşdarbûna wan di avakirina Kobanê de, giftûgo bikin.

Muhendisên serdana Kobanê kirine ji Amedê ne û karê wan xebatên cuda cuda wekî  avakirin, derxistina cenazeyan ji nava bermahiyan, çandinî, elektrîk û hwd in. Şandeyê li gel xwe ambulansek û amûreke pîvanê bi xwe re derbas kirin.

Güncelleme Tarihi: 06 Mart 2015, 23:00
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER