Heyeta YNK’ê hat serdana Şaredariya Sûrê

Heyeta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku bi armanca piştgiriya HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bikin li Amedê ne, hatin serdana Şaredariya Sûrê.

Heyeta YNK’ê hat serdana Şaredariya Sûrê
Heyeta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku bi armanca piştgiriya HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bikin li Amedê ne, hatin serdana Şaredariya Sûrê. Bi navê vê heyetê Perêz Omer û Siwar Necmedîn bi Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn re hevdîtin kirin.


Hêjayî gotinê ye ku beriya ev heyeta ku ji 42 kesan pêk tê serdana Bakurê Kurdistanê bike daxuyaniyek hatibû dayîn û têde armanca vê serdanê hatibû aşkerakirin. Beriya vê serdanê Serokê Koma YNK yê Parlamentoya Kurdistanê Bêgerd Dilşad gotibû: “Wekî hestkirin bi berpirsyartiya neteweyî û niştimanî û bi mebesta beşdarîkirina di hemleya serketina  HDP`ê di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê de şandeyeke parlemanterên YNK ji parlementoya Kurdistanê û Iraqê serdana Bakurê Kurdistanê dikin.

Her wiha Dilşand di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotibû: “Peyama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevanî û serxistina peyama HDP`ê ye ku ji bo bidestxistina aştî û azadî û pêkvejiyana gelên Tirkiyê hilgirtiyê ye, bi hêviya ew piştevaniya me bibe egera serketina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê.”

Güncelleme Tarihi: 27 Mayıs 2015, 20:27
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER