YPG: Hemleya me bi merheleya duyemîn didome

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di merheleya duyemîn a Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de bajaroka Mebruka bi temamî hatiye paqijkirin û pêşveçûna hêzên wan didome.

YPG: Hemleya me bi merheleya duyemîn didome
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di merheleya duyemîn a Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de bajaroka Mebruka bi temamî hatiye paqijkirin û pêşveçûna hêzên wan didome.


Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ku li Kantona Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin de, daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 21’an de bi serkeftî berdewam dike.

Pêşveçûna hêzên me ya ku di merhaleya yekemîn a hemleyê de çiyayê Kizwanan, sêgoşeya Alya û gundên Aşûrî yên ku li ber ava Xabûr hatibûn dagirkirin azad kiribûn bûn, berdewam dike. Di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de hêzên me operasyonên xwe ya li başûr rojavayê Serêkaniyê bi awayekî serkeftî didomînin.

Piştî gundên Şara û Til Qilea yên ku şeva berê ji aliyê hêzên me ve hatin azadkirin, bajaroka Mebrûka ketibû dorpeçê û hêzên me ji bo rizgarkirina Mebrûka duh operasyonek lidar xistin. Komên çeteyan ji bo vê dorpeça li ser Mebrûka bişikînin duh siharê li hemberî gundê Ebû Şexat êrîşek li dar xistin. Hêzên me bersivek tund dan çeteyan û êrîşa wan şikandin. Di van pevçûnan de qasî hatiye zelalkirin 5 endamên çeteyan hatin kuştin.

Komên çeteyan ber bi êvarê ve jî bi 2 maşîneyên teqemenî barkirî li hemberî gundê Şara êrîşek lidar xistin. Hêzên me ev maşîneyên teqemenî barkirî bêbandor kirin û êrîşa çeteyan şikandin.

Piştî ku ev êrîşên çeteyan hatin şikandin, hêzên me bi du baskan ve ber bi Mebrûka ve pêşve çûn. Piştî pevçûnên ku heta derengiya şevê berdewam kirin, hêzên me li bajarokê serdestiya xwe avakirin. Xebatên lêgerîna hêzên me yên li vê qadê didomin. Piştî ev xebat bi encam bibin, dê bîlançoya operasyonê were parvekirin.

Di pevçunên Mebrûka û derdora wê de 4 rêhevalên me yên ku ji roja ewil a Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo vir ve bi vîn û xwestekekî mezin şer dikirin, gihîştine şehadetê.”

Güncelleme Tarihi: 27 Mayıs 2015, 20:32
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER