Ji ber mayîna çeteyan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Li ser riya Reqa û Serêkaniyê meyînek çeteyan di tirmpêlekê de teqiya, di encamê de sê welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber mayîna çeteyan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Li ser riya Reqa û Serêkaniyê meyînek çeteyan di tirmpêlekê de teqiya, di encamê de sê welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

ggg

Li nêzî gundê Hilêwa ya Serêkaniyê tirmpêlek ji Reqayê dihat di ser mayîneke erdê ku berê çeteyan bi cih kiribû, derbas bû. Di encamê de mayîn di tirmpêlê de teqiya. Ji ber teqînê jinên bi navê Fitêm El-Elo, Hemîda Metir û Ehmed Elmeter jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Asayîş cenazeyên hersê qurbaniyan radestî malbatên wan ên li Serêkaniyê kir. / ANHA

Güncelleme Tarihi: 27 Mayıs 2015, 20:30
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER