Ji bo Aktî û Altindaş li meclîsa Şaredariya Wanê bernameya bîranînê

Di civîna meclîsa meha Adarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, endamê Meclîsa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Metîn Altindaş ên li Kobanê ji ber mayina çeteyan jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Ji bo Aktî û Altindaş li meclîsa Şaredariya Wanê bernameya bîranînê
Li ser kursiya endamê meclîsê Aktî de wêneyê wî yê bi nivîsa ‘Em ji bîr nakin’ hat danîn. 


Di roja duyemîn a civîna meclîsa meha Adarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, endamê Meclîsa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Metîn Altindaş ên 8’ê Adarê li Kobanê pê li mayîna ku çeteyên DAIŞ’ê bi cih kiribûn, jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Ji bo Aktî û Altindaş deqeyek rêz hat girtin û piştî dûayên hatin xwendin endamên meclîsê hestên xwe yên der barê Aktî de anîn ziman.

Serokwekîlê Meclîsa Şaredariya Mezin Cahît Bozbay destpêkê axivî û ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gel re sersaxî xwest. Bozbay anî ziman ku rojek bi êş jiyane û ew di şexsê hevalên xwe de hemû kesên şehîd ketine bibîr tînin. Bozbay got ku di van rewşên wiha de gotin namîne mirov bike,  jiyan didome lê ev êş naqede.

Güncelleme Tarihi: 11 Mart 2015, 14:52
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER