'Ji mêrên tecawizkar û cînayetan dewlet berpirse'

Kolektîfa Femînîst a Stenbolê der barê Ozgecan Aslan ku rastî tecawizê hat û hat qetilkirin daxuyaniyek da û got ku hikûmet ji ber zimanê ku bikar tîne berpirs e.

'Ji mêrên tecawizkar û cînayetan dewlet berpirse'
Kolektîfa Femînîst a Stenbolê der barê Ozgecan Aslan ku rastî tecawizê hat û hat qetilkirin, daxuyaniyek da diyar kir ku hikûmet ji ber zimanê ku bikar tîne berpirs e û got: “Hûn bi xesandina mêrên tecawizkar û darvekirina kujeran nikarin pêşî lê bigirin.”


Kolektîfa Femînîst a Stenbolê (ÎFK) der barê qetilkirina Ozgecan Aslan de daxuyaniyek nivîskî da. Kolektîfê di daxuyaniyê de da zanîn ku divê hemû aliyê civakê bertek nîşan bidin û hat gotin ku ev wê pêşî li kuştin û tecawîzan bigirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Lê mixabin nîqaşên der barê kuştina Ozgecan de di vî alî de hêviyê nadin. Ji ber ku desthilatdarî û ti kom siyasî xwe berpirs nabîne. Bûyera qetilkirina Ozgecan wek bûyerek munferît tê nîqaşkirin.  Ev bûyereke ku çavsorên hov dikarin bikin.  Ji ber vê jî mêrên ku ji çalakiyan diçin çalakiyên din, gotaran didin xwe ji derveyî vê dibînin.  Lê qetilkirina Ozgecan qet ne tesaduf e.”

Di berdewamiyê de hat gotin ku mêrên ku kontrola jiyana jinan bi xwe re dibînin ji tiştên hatiye serê Ozgecan berpirsin û got: “Hemû jin li kolanê, di mînîbusê de û di şevan de bi fikarin. Dîsa hemû jin di jiyana xwe de carekê rastî tacîzê hatine. Kontrola jina bi mêran we wek maf e.  Bavê ku destûrê nade keça xwe bi şev derkeve kolanê, mêrê ku li destgirtiya xwe dixe, wezîrê ku dayiktiriyê teşwîq dike serokkomarê ku dibêje jin û mêr ne wek hev e, kujerên jinan e.”

DARVEKIRIN Û XESANDIN PÊŞÎ LÊ NAGIRE

Kolektîfê di daxuyaniya xwe de cih da peyama ‘Bi xesandinê û darvekirina mêrên tecawizkar nekarin pêşî lê bigirin’ û da zanîn ku bêdengiya li dijî şîdeta mêr zêde bûye.

Güncelleme Tarihi: 16 Şubat 2015, 12:30
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER