Ji YPG/YPJ'ê derba giran: 13 gund hatin rizgarkirin, 181 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di 'Pêngava Fermadar Rûbar' de li rojavayê Kantona Cizîrê di 24 saetên dawî de 10 gund hatine rizgarkirin, 180 çete hatine kuştin. Li Kobanê jî 3 gund hatin rizgarkirin û çeteyek hat kuştin.

Ji YPG/YPJ'ê derba giran: 13 gund hatin rizgarkirin, 181 çete hatin kuştin
 Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku 'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo' ya ji bo rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîr di roja 13. de bi awayekî serketî dewam dike.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê operasyonên xwe yen li hemberî çeteyên roja derbasbûyî kiribûn dorpêçiyê dewam dikin û da xuyakirin ku duh temamiya rojê çeteyên hewl dan dorpêçiyê rakin, li gundên Huda û Til Fîtetatê 4 êrîşên cuda kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete di destpêkê de 2 maşînên bi bombeyan barkirî teqandin, dûre dest bi êrîşê kirin, lê êrîşa wan hat şikandin. Navendê da zanîn ku dane êvarê jî hewldanên çeteyan ên derketina ji dorpêçiyê hatine şikandin û hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî gundên di bin dagirkeriya çeteyan de bûn operasyon pêk anîne.

10 GUND HATIN PAQIJKIRIN

Li gorî daxuyaniyê di encama van operasyonan de gundên Til Tal, Qahîre, Selmasa, Dişîşa, Dişîşa Beggara, Sikr Hêmir a ku ji 3 gundan pêk te, Dibsa û Til Xelîfa ji çeteyan hatin paqijkirin. 

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê di encama operasyona şevê din de mefreqa stratejîk a Xerra ya li quntarê Çiyayê Evdilezîzê (Kezvan) û nuqteke din a stratejîk a li serê rojhilatê Çiyayê Evdilezîzê bi dest xistine. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di van operasyonan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir û derbên giran li çeteyan dixist, gihîşt şehadetê."

DI NAVA ROJEKÊ DE 180 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê destnîşan kir ku  di operasyonên 24 saetên DAIŞ'ê de 180 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û der barê çek û cebilxaneyên hatin desteserkirin de ev agahî da: "Hêzên me di van operasyonan de tangek, 3 maşîneya leşkerî, maşînek cûre VAN a cebilxane barkirî û çekekî BKC rûxandin. Hêzên me dîsa 8 maşîneya pick-up, tevî dûrbînekî şev, dûrbînekî roj û kaîdekî xwe ve fûzekî Konkors, 10 BKC, 15 kleş, 12 roketavêja B7, 4 çeka LAW, 3 Bruno, 300 fîşekên BKC, 41 guleyên B7, 13 bêtêl, 12 dûrbîna roj, 9 dûrbîna şev, 3 dûrbîna termal, 1 motorsîklet, 3 rext, 1 kaîdekî doçka û hejmarekî zedê amûrên leşkerî jî bi dest xistin."

LI ROJHILATÊ KOBANÊ 3 GUND JI ÇETEYAN HATIN PAQIJKIRIN
 
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku berxwedana Kobanê ya ji bo paqijkirina derdora kantonê ji çeteyan di roja 246. de dewam dike.

Hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li rojhilatê Kobanê operasyonek lidar xistin. û di encamê de 3 gundên Şewik, Koçgar û Berbihesên ji çeteyan hatine paqijkirin.

Li gorî daxuyaniyê di heman şevê de li nêzî gundê Cêbariyê yê li başûrê Kobanê li hemberî komên çeteyan êrîşek hatiye kirin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.

Güncelleme Tarihi: 19 Mayıs 2015, 19:59
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER