Jin Asayîşa Kobanê dikin

Jinên ku di dema dorpêçiya Kobanê de li nava refên YPJ'ê tevlî berxwedanê bûn, bi azadiya bajêr re li ketin û derketina bajêr û nuqteyên stratejîk, di nava yekîneyên asayîşê de cih digirin.

Jin Asayîşa Kobanê dikin
Jinên ku di dema dorpêçiya Kobanê de li nava refên YPJ'ê tevlî berxwedanê bûn, bi azadiya bajêr re li ketin û derketina bajêr û nuqteyên stratejîk, di nava yekîneyên asayîşê de cih digirin.


Li gel operasyonên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina gundên Kobanê, li navenda bajêr jiyan li ser bingeha parastina cewherî ji nû ve tê hûnandin. Bi azadkirina navenda Kobanê re, li derketin û derketina bajêr û hin nuqteyên stratejîk yekîneyên asayîşê hatina vakirin û bi vî rengî ewlekariya bajêr tê kirin. Ev yekîneyên asayîşê ku bi giranî ji jinan pêk tên, li gelek nuqteyan derbasbûna wesayîtan û sivîlan kontrol dikin. Jinên ku di dema dorpêçiya Kobanê de li nava refên YPJ'ê tevlî berxwedanê bûn, bi azadiya bajêr re li ketin û derketina bajêr û nuqteyên stratejîk, di nava yekîneyên asayîşê de cih digirin û ji jinûve avakirina bajêr a li ser bingeha parastina cewherî re pêşengiyê dikin.

Arîn a di dema berxwedana Kobanê de li nava refên YPJ'ê bû, yek ji jinên niha di nava yekîneyên asayîşê de cih digire ye. Arîn diyar kir ku bi azadkirina bajêr re ew derbasî nava yekîneya asayîşê bûye. Arîn da zanîn ku li navenda bajêr hînê topên hawanê û mayînên neteqiyane hene, ev yek gefê li jiyana sivîlan dixwe û anî ziman ku bi nuqetyên asayîşê re ew hewl didin tevgera li nava bajêr kontrol bikin.

'JIN WÊ LI HER QADÊ HEBE'

Arîn diyar kir ku ew li nava bajêr li dewriyê digerin û ewlekariya gel bicih tînin û destnîşan kir ku mîna di berxwedanê de wê jin di ewlekariya bajêr de jî li refên herî pêş cih bigire. Arîn got, "Em jin ewlekariya gelê Kobanê dikin. Çawa ku jinê di serketinê de cih girt wê di pêvajoya ji nû ve avakirinê de jî li her qadê cih bigire. Ev yek ji bo me gelekî girîng e."

Güncelleme Tarihi: 13 Şubat 2015, 12:30
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER