Jin wê ji Mehserê dengê xwe bigihînin YPJ'ê

Li Pirsûsê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê di 2'ê Adarê de bi pîrozbahiyên li wargehan destpê bike û di 6'ê Adarê de li gundê Mehser ê li ser sînor fînala wê bê kirin.

Jin wê ji Mehserê dengê xwe bigihînin YPJ'ê
Li Pirsûsê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê di 2'ê Adarê de bi pîrozbahiyên li wargehan destpê bike û di 6'ê Adarê de li gundê Mehser ê li ser sînor fînala wê bê kirin. Jinên ku wê li ber hunera 100 jinên Kobaniyî ya bi erbaneyê govendê bigerînin, ji bo dengê xwe bigihînin YPJ'ê banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin.


Bi hezaran jinên ji mejiyê pavşerû û qetlîemkar ên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û li navçeya Riha Pirsûsê bicih bûn, wê li Pirsûsê ji çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re pêşengiyê bikin. Jinên Kobaniyî yên li gel wargehên Şaredariyê li navenda navçeyê û gundan bicih bûn, wê hunera xwe ya li Navenda Çand û Hunerê ya Amara hîn bû, pêşkêş bikin. Pîrozbahiya li Pirsûsê wê di 6'ê Adarê de li gundê Mehserê yê nobeda sînor lê tê girtin, bê lidarxistin. Midûra Çandê ya Şaredariya Pirsûsê û xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Amara Cîhan Yildiztekîn da xuyakirin ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de wê jinên Kobaniyî yên xebatên çandê dimeşînin, di navenda karê jinan de wê cih bigirin. Yildiztekîn ji bo çalakiya roja 6'ê Adarê ya li gundê Mehserê bang li tevahiya jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê kir, ku beşdar bibin.

DI 6'Ê ADARÊ DE BERÊ XWE BIDIN MEHSERÊ

Yildiztekîn anî ziman ku pîrozbahiya li Mehserê wê bi awayekî girseyî pêk were û got, "Beriya niha bi demeke kurt, Ozgecan bi awayekî hovane hat qetilkirin. Li Kobanê rastiya hevala me Arîn Mîrxan heye ku hemû qirêjiya sîstema mêtînger û bi mejiyê serdest ê mêr red kir û xwe feda kir. Ev qewimîn ji bo me bûn sedema îsyana li hemberî sîstemê. Bi hêza me ji Sakîne, Leyla û Fîdanan wergirtî re, em xebatên 8'ê Adarê bi îsyan û redkirinê re lidar dixin."

Yildiztekîn anî ziman ku di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de komên erbaneyê yên jinan ên ji saziyên çandê yên li wargehan û komên govendê yên jinan wê cih bigirin û got, "Li gel gelê Pirsûsê em bang li jinên ji herêmê dikin. Em ê îsyana xwe li wê derê bi her zimanî bînin ziman. Eger li cihekî jin barê şer radikin, divê em jî li vir xwedî li wî şerî derkevin" û bang li hemû jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku di 6'ê Adarê de berê xwe bidin gundê Mehserê.

'EM DENGÊ XWE BIGIHÎNIN JINÊN BERXWEDÊR ÊN YPJ'YÎ'

Xebatkara beşa Muzîkê ya Navenda Çand û Hunerê ya Amara Hawa Altûg jî bal kişand ser xebatên 8'ê Adarê yên li Pirsûsê û got, "Ev 15 roj in em xebatên 8'ê Adarê dimeşînin. Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de wê li konan bernameyên cuda hebin. Di 6'ê Adarê de wê  pîrozbahiyeke girseyî li ser sînor were lidarxistin. Ji bo vê jî bernameyeke me ya cuda heye. 100 jin wê bi erbaneyên xwe li ser sînor bin, bistirên. Em bang li hemû jinan dikin ku wê rojê bên ser sînor. Em dengê xwe bigihînin jinên berxwedêr ên YPJ'yî."

Güncelleme Tarihi: 25 Şubat 2015, 12:55
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER