Karkerên TOFAŞ’ê: Sendîkaya Metal Turk mafên me naparêze

Karkerên Fabrîkaya Oyak Renault a li Bûrsayê xebatan dimeşîne, bi daxwaza ku di heqdestê wan de başî nayê kirin çalakî dabûn destpêkirin û xebatkarên TOFAŞ’ê jî piştgirî dan wan.

Karkerên TOFAŞ’ê: Sendîkaya Metal Turk mafên me naparêze
Karkerên Fabrîkaya Oyak Renault ya li Bûrsayê xebatan dimeşîne, bi daxwaza ku di heqdestê wan de başî nayê kirin çalakî dabûn destpêkirin û xebatkarên TOFAŞ’ê jî piştgirî dan wan. Xebatkarên Fabrîkaya Turk Otomobîl A.Ş (TOFAŞ) kar berdan û li ber fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin.


Fabrîka li 9. kîlometre rêya bejayî ya Bûrsa-Yalovayê ye. Nêzî 4 hezar û 500 karkerî piştî vardiyeya 16.00-24.00’an baxçeyê tesîsê terk nekirin û çalakî dan destpêkirn.  Karkerên vardiyeya din jî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî çalakiya xebatkarên Fabrîkaya Oyak Renaultê, xebatkarên fabrîkaya TOFAŞ’ê ya li bajar e, dest bi çalakiyê kirin. Karê li fabrîkayê, piştî çalakiya mijara gotinê sekinî.

SENDÎKAYÊN ZER NE LI ALIYÊ KARKERAN E

Karkerên li hundirê fabrîkayê û baxçeyên wê çalakiya xwe didomîn, diyar kirin ku Sendîkaya Metal Turk a girêdayê Turk-Îş mafê wan naparêze, bênavber dirûşmên li dij rêveberên wê berzkirin û bertekên xwe anîn ziman.

Li ser navê çalakgeran Faruk Akkuş axivî û got ku ev 8 sal e di TOFAŞ’ê de dixebite û 4 caran peymana Sendîkaya Metalê dîtiye. Akkuş bi lêv kir ku ev peyman mafê karkeran naparêzin.

Güncelleme Tarihi: 16 Mayıs 2015, 16:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER