KCD-E: Em di ezmûna wijdanê de ne, em dengên xwe bikar bînin

KCD-E, diyar kir ku ji bo serketina HDP’ê heta 31’ê Gulanê rojekê ji karê xwe feragat kirin, wê ezmûna wijdanî ya dîrokî be. Her wiha bang li hilbijêran hat kirin ku dengên xwe bikar bînin û xizmên xwe bibin ser sindoqan.

KCD-E: Em di ezmûna wijdanê de ne, em dengên xwe bikar bînin
 KCD-E, diyar kir ku ji bo serketina HDP’ê heta 31’ê Gulanê rojekê ji karê xwe feragatkirin, wê ezmûna wijdanî ya dîrokî be. Her wiha bang li hilbijêran hat kirin ku dengên xwe bikarbînin û xizmên xwe bibin ser sindoqan.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCD-E), bi munasebeta hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê, daxuyaniyek da û bang li hilbijêran hat kirin ku ji bo HDP’ê dengên xwe bikar bînin.

EM DI SINDOQAN DE HESAB BIPIRSIN

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji ber gel bi coşek mezin diçe ser sindoqan, di şexsê AKP’ê de partiyên pergalê ketine fikaran û wiha got: “Ev fikara wan jî ber hilweşandina benda ku sembola zîhniyeta wan a faşîzan e. Bikaranîna dengan di 8’ê Gulanê de li Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Danîmarka û Belçîkayê destpê kirin, li Îngîlîstan, Hollanda, Îtalya, welatên Îskandînavya û tevahiya Ewropayê wê deng bên bikaranîn. Di serî de gelê me yê li Swîsreyê ku neçarin di demeke kurt de dengan bikar bînin, divê xwe baş amade bikin, li ser sindoqê bersivê bide zîhniyeta ku bi hezaran hilbijêr xistine rojekê.

Di serî de gelê me yê Anatoliya Navîn yên li Swêd, Danîmarka, Fînladiya, Norveç û Hollandayê dijîn, wê li Ewropayê bi hemû hêza xwe biçin ser sindoqan û bi dengên ku didin HDP’ê re wê hesab ji zîhniyeta sûrgunker bipirse.”

KESÊN DENGÊN XWE BIKAR ANÎNE DIVÊ BERÊ HER KESÎ BIDIN SINDOQAN

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di serî de li Stockholm û Danîmarkayê, bi gelê Anatoliya Navîn re divê hemû gelê me, ji bo azadiyê,  jiyanê çend saetan bidin sekinandin, ev jî wê bibe nîşaneya îradeya hilbijartina dîrokî. Ji bo serkeftina HDP’ê ya ku bûye hêviya hemû gelên bindest û gelê me yê Rojava jî ji nêz ve dişopîne, divê em heta 31’ê Gulanê ji karê xwe rojekê feragat bikin, ev jî wê bibe ezmûna wijdana dîrokî. Kesên ku dengên xwe bikaranîne, divê yên bikarneanîne bibin ser sindoqan.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Haydî Ewropa! Ji bo em  zîhniyeta ku digot ‘Kobanê li ber ketinê ye’ bixînin, biçin ser sindoqan, biçin azadiyê.”

Güncelleme Tarihi: 29 Mayıs 2015, 14:04
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER