KCK: Di pêşengiya jinan de wê Rêbertiya me azad bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, got, “Heta roja îro, weke jin we hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê ji çalakiyên li dijî komploya navneteweyî re pêşengî kir, hûn her tim li ser piyan bûn."

KCK: Di pêşengiya jinan de wê Rêbertiya me azad bibe
 Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo jinên li Swêd ber bi Strtasbourg meş dane destpêkirin peyamek şand. KCK’ê di peyamê de got, “Heta roja îro, weke jin we hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê ji çalakiyên li dijî komploya navneteweyî re pêşengî kir, hûn her tim li ser piyan bûn. Bi pêşengiya jinê re azadiya Rêber Apo û gelê me misoger e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo jinên li Swêd ber bi Strtasbourg meş dane destpêkirin peyamek şand. Di peyamê hat gotin, “Em meşa bi dirûşma, ‘Jin ji bo Rêber Apo dimeşin’ a ji Swîsre ber bi Strasbourgê jinên Kurdistanî yên welatparêz ên li Ewropa û dostên wan dane destpêkirin, silav û pîroz dikin.

Em tevayî rêhevalên jin ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê di serî de li Kobanê û Şengalê li çar parçeyên Kurdistan mînakên berxwdana destanî afirandin û şehîd ketin bi rêz bibîr tînın û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

‘JINÊN KURD JI BO AZADIYA RÊBER APO DIMEŞIN‘

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha didome:

“Rêber APO dema dibêje, “Ez weke dînan evîndarekî azadiyê me’, timî destnîşan kiriye ku azadiya rastî ya civak û tevayî mirovatiyê girêdayî azadiya jinê ye. Bîrdoziya azadiya jinê afirandiye, ji bo azadiya jinê bi awayekî zêde lêhûr bûye û her tim di nav têkoşînekê de maye. Di encam de; rastiyeke jina azad a li ser esasê rêxistinbûna xwe ya cewherî, çalakiya cewherî û hêza têkoşîna xwe derketiye holê. Tevgera azadiya Kurdistan, di vê çarçoveyê de di heman demê de ku wek şoreşeke jinê pêş ket rewşeke ku tê fêmkirin û watedar e. Ti têkoşîneke siyasî, civakî û çandî ya jin bi azadbûnê re jêre pêşengiyê neke ne mimkun e bi rastiya heqîqetê re bigihêje hev. Jinên Kurdistanî û dostên wan ê Rêber Apo hişmendiya azadiyê, îradeya azad, rêxistinbûna cewherî û hêza têkoşînê bi wan dan qezençkirin, niha ji bo Rêber Apo dimeşin. Diyalektîka vê meşê wê bi Rêber Apo re, bibe azadiya Kurdistanê.”

 MEŞA WE WATEDAR Û GIRÎNG E‘

KCK’ê da xuyakirin ku meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Swîsreyê ber bi Strasbourgê hatiye destpêkirin pir watedar û girîng e û wiha got, “Meşa we di heman demê de rastî 16. Salvegera Komploya Navneteweyî tê. Berxwedan û sekna bêeman a Reber Apo di nav şert û mercên zîndana Îmrali de nîşan da, ji bo jinan û tevayî gelê me bûye vejîneke nû. Bi tevgera azadiyê re, asta ku xeta azadiya jinê gihiştiyê bi awayekî aşkera vê nîşan dide. Di têkoşîna gel û tevgera me bi îrade û biryareke mezin pêş xistine, Komploya Navneteweyî di 16. salvegerê de têk çûye û vala hatiye derxistin. Di vê de rola şehîdên me yên mezin ên bi dirûşmên, “Hûn nekarin roja met arî bikikn” bedena xwe kirin giloka ji êgir û bûn nemir pir mezin e. Bi vê wesîleyê em van şoreşgerên xwedî îradeyeke bililnd careke din bi rêz bibîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

'TEVGERA JINÊ BI QASÎ KU KARIBE CÎHANEKE AZAD BIAFIRÎNE XURT BÛ'

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Tevgera şoreşê û têkoşîna ku em li Kobanê, Şengalê û çar parçeyên Kurdistanê li dijî mêtîngerî û faşîzma DAIŞ'ê dimeşînin, di cewhera xwe de şoreşeke jinê ye. Jinên Kurd, bi berxwedana xwe ya li hemberî mêtîngeriyê, çanda 5 hezar salan a bi serweriya mêr û herî dawî jî li Kobanê û Şengalê bi berxwedana xwe ya li dijî faşîzma DAIŞ'ê re, destan nivîsandine. Jinên Kurdistanê yên Azad, bi asta xwe ya hişmendî, rêxistinbûyîn û hêza têkoşînê re, gihaştine wê qonaxê ku ji tevahiya jinên bindest û têkoşer ên cîhanê re pêşengiyê bikin. Îdeolojiya Azadiya Jinê û Tevgera Jinê ya Azad, êdî ne tenê ji aliyê neteweyî ve, ji aliyê navneteweyî ve xwedî erk û berpirsyariyane. Ewçend xurt bûye, ku dikare hemû jinên cîhanê yên bindest û têkoşer li hev bicivîne, wan azad bike û cîhaneke azad biafirîne."

'BI PÊŞENGIYA JINÊ WÊ RÊBER Û GELÊ ME AZAD BIBE'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi van gotinan bi dawî bû:

"Meşa we, ji kombûna bi sed hezaran mirovî ya 14'ê Sibatê li Strasbourgê re pêşengiyê dike. Em jî bang li tevahiya Kurdistanî û dostên xwe yên li Ewropayê dikin, ku di 14'ê Sibatê de li Strasbourgê bicivin. Biryardariya têkoşînê û vîna ku gelê me û dostên me di 14'ê Sibatê de li Strasbourgê careke din nîşan bidin, wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê nêzîktir bike. Heta roja îro, weke jin we hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê ji çalakiyên li dijî komploya navneteweyî re pêşengî kirin, hûn her tim li ser piyan bûn. Bi pêşengiya jinê wê Rêber û gelê me azad bibe. Bi vê wesÎleyê em careke din meşa we silav dikin û di têkoşînê de ji we re serketinê dixwazin."

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 16:14
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER