Komuna Şehîd Arîn Mîrxan ava bû

Li herêma Weil-am Rheim a bajarê Swîsre Baselê, komuna jinan ava bû.

Komuna Şehîd Arîn Mîrxan ava bû

Li herêma Weil-am Rheim a bajarê Swîsre Baselê, komek ji jinan di encama xebatên xwe yên demeke dirêje dimeşînin de komun ragihand. Jinan di kombûna xwe de pirsgirêkên ji aliyê civakî, aborî, malbatî û jiyanî ve rojane lê rast tên nirxandin û rê û rêbazên têkoşîna li hemberî van pirsgirêkan nîqaş kirin.

Di encama nîqaşan de, ji bo rêxistinbûyîna jinê ya bi hêza xwe ya cewherî û siyasî, hat destnîşankirin ku bi avakirna komunê re bersiv ji pêwîstiyan re dikare bê dayîn. 

Di komuna hat avakirin de wezîfe hat parvekirin. Li gorî vê yekê komîsyonên rêxistinbûyîn, têkiliyên derve, dayikên aştiyê, perwerde, jinên ciwan û dîsîplînê hatin avakirin.

Di civînê de rêziknameya meclîsa jinê jî hat xwendin û li ser xebatên dema pêş bernameyek hat diyarkirin. Ji bo navê komunê jî Şehîd Arîn Mîrxan hat lêkirin. Ji bo berdevkiya komunê Efîf Gistik û Derya Demîr hatin hilbijartin.

Güncelleme Tarihi: 23 Mart 2015, 12:24
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER