Li 5 gundên din dibistan hatin vekirin

Di çarçoveya kar û xebatên ji nûve vekirina dibistanan de, li 5 gundên din dibistan hatin vekirin.

Li 5 gundên din dibistan hatin vekirin

Desteya Perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kobanê, di çarçoveya xebatên ji nûve vekirina dibistanan de li 5 gundên din ên rojavayê Kantonê dibistan vekirin. Navên gund û dibistanên ku hatine vekirin wiha ne:

Li gundê Derbazinê  dibistana Şehîd Welat, li gundê Hecî Ismaîl dibistana Şehîd Awaz, li gundê Cibnî dibistana Şehîd Sadiq, li gundê Çarqilê dibistana Şehîd Xebat û li gundê Mişko dibistana Şehîd Rêdûr.

Rayaderan diyar kirin ku ku li van dibistanan bi giştî 90 şagirt hene û 6 mamoste dersan didin.

Piştî vekirina her dibistanekê pêdiviyên dibistanan li şagirtan hatin belavkirin.

Güncelleme Tarihi: 20 Nisan 2015, 19:19
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER