Li Kobanê û Til Temir 19 çete hatin kuştin

Di pevçûnên 24 saetên dawî yên li herêma Kobanê û Til Temir de bi giştî 19 çete hatin kuştin. Di pevçûnên li Kobanê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê û Til Temir 19 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de, di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de têkildarî şer û pevçûnên li herêma Til Temir wiha hate gotin:

“Pevçunên ku di navbera hêzên me û komên çeteyan de li ser sînorên rojavayê Kantona Cizîrê tên jiyankirin, berdewam dikin.

Hêzên me şevê din li nêzîkî gundê Menacir ê giredayî Til Temir, li hemberî komêk çeteyan a di nava tevgerê de bû êrîşek lidar xistin. Di êrîşa ku konwoyek çeteyan hate hedefgirtin de tirimpêlek leşkerî hate ruxandin. Di vê êrîşê de qasî hate zelal kirin endamekî çeteyan hate kuştin.

Îro di seatên siharê de çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gundê Xerîta û derdora wê ku dikeve navbera Hasekê û Til Temir êrîşek berfireh dan destpêkirin. Bi bersîvdayina hêzên me li qadê pevçunên dijwar rû dan. Derbarê encam û pevçunên ku li çend qadan berdewam dikin de piştre wê agahî werin parvekirin.

Di daxuyaniyê de derbarê pevçûnên li Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn:

“Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin di roja xwe ya 205’an de berdewam dike.

Hêzên me şevê din li başûr rojhilatê Kobanê, li hemberî hin qadên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne operasyonek lidar xistin. Operasyona ku hin girên stratejîk ên di navbera gundên Xweydankê û Dêrfilît de hedef dikir, bi awayekî serkeftî bidawî bû û ew qad bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Di pevçunên li van qadan de qasî hatiye zelalkirin 18 çete hatin kuştin.

Rêhevalekî me ku di serkeftina operasyonê de rolek giring lîst, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

Îro di seatên siharê de çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Kobanê êrîşek nû dan destpêkirin. Di êrîşên ku li hemberî gundên Girêk, Norellî û rêbenda Dîcle hatin pêkanîn de pevçunên gelekî dijwar hatin jiyankirin. Piştî van pevçunan êrîşên çeteyan hatin şikandin. Piştî vê şikestinê, çeteyan hewl dan ku bi çekên giran û topên hewanê encam bistinîn. Hêzên me li hemberî van çeteyên ku êrîş lidarxisti bûn operasyonek dan destpêkirin.”

Güncelleme Tarihi: 08 Nisan 2015, 20:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER