Li Kobanê yekem agirê Newrozê YPG-YPJ’ê hilda

Li Kobanê ji ber ewlehiyê pîrozbahiya Newrozê li girê herêma daristanî ya Rojavayê bajar destpê kir.

Li Kobanê yekem agirê Newrozê YPG-YPJ’ê hilda
Nêzî 2 hezar peywirdarên asayîtê tedbîrên ewlehiyê girtin û şervanên YPG û YPJ’ê jî li nokteyên nobet digirtin bi agirên ku pêxistin re Newrozê pîroz dikin.


Newroza Kobanê ya gihişt azadiya xwe dest pê kir. Qada pîrozbahiyê ku berê wek girê Miştenurê hat diyar kirin, ji ber ewlehiyê birin girê li herêma daristanê rojavayê bajar. 2 hezar peywirdarên asayîşê tedbîrên ewlehiyê li dora sahaya pîrozbahiyê giritn û şervanên YPG û YPJ’ê jî li nokteyên serdest nobetê digirin.  Kobaniyî di nokteyên kontrolê yên hêzên Asayîşê avakirine de derbas dibin û tevli coşa Newroza li Qadê dibin û di bin barîna baranê de hatin didomin. Pankartên ‘Newroza 2015’an pîroz be’, ‘Êdî bese ji Rêber Apo re azadî’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, Arîn Mîrxan û şervanên YPG, YPJ û MLKP’ê yên jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin û her wiha alên YPG, YPJ, PYD, TEVDEM’ê hatin daliqandin.

Hêzên asayîşê qad xistin bin dorpêça xwe û şervanên YPG û YPJ’ê jî li nokteyên girîng yên nobet digirtin Newrozê pîroz dikin.  Hatina Kobaniyan a qadê didome. Serokê Kantona Kobanê Enver Muslim, hevseroka meclisa gel Ayşe Efendî, rayedarên Katnonê, rayedarên PYD û TEVDEM’ê hatin qadê û bi Kobaniyan re govendê digerînin.

Güncelleme Tarihi: 21 Mart 2015, 12:46
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER