Li Marsîlyayê serketina Kobanê hate silavkirin

Li bajarê Franse Marsîlyayê bi armanca pîrozkirina serkeftina Kobanê û destekkirina modela siyasî ya Rojava meşek hate lidarxistin.

Li Marsîlyayê serketina Kobanê hate silavkirin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi armanca pîrozkirina serketina Kobanê û destekkirina modela siyasî ya Rojava meşek hate lidarxistin. Çalakî bi bangawaziya 13 saziyan pêk hat û di meşê de ji saziyên navneteweyî hate xwestin ku Rojava bi awayekî fermî bê naskirin.

Kurdistaniyên ku li Qada Canebiere li hev kom bûn, pankarta “Kobanê azad bû, hilweşiya lê li ser piyan e. Em piştgirî bidin Rojava” vekirin û meşiyan. Her wiha pankartên “Heta jin azad nebe civak azad nabe”, “Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” qîriyan. Girse li qada Vieux Port li hev kom bûn û li ser navê saziyan berxwedana Kobanê hatin silavkirin û hate xwestin ku modela siyasî ya Rojava bê qebûlkirin.

Piştî axaftinan govend hate gerandin.

Saziyên ku ji bo meşê bang kirin ev in: Alternative Libertaire Marseille, Navenda Çandê ya Kurdan a Demokratîk a Marsîlyayê, Kolektîfa Rojava ya Marsîlyayê, Koma Germinal (Federasyona Anarşîstan), Partiya Komunîst a Fransa, Partiya Dijî-Kapîtalîst, Meşa Jinên Cîhanê 13 PACA, Ciwanên Azad, ÎHD 13, saziya li dijî nîjadperestiyê MRAP, Berxwedana Îro, Rouges Vifs û Komeleya Piştevanî û Azadiyê.

Güncelleme Tarihi: 07 Şubat 2015, 23:36
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER