Li Mêrdînê ji bo azadiya Ocalan bi hezaran hatin gel hev

Li Mêrdînê di mitînga bi dirûşma, “Bi Rêbertiya azad ber bi xweseriya demokratîk” ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi hezaran kes kom bûn.

Li Mêrdînê di pêşengiya rêxistinên DBP û HDP’ê yên bajêr de mitînga bi dirûşma, “Bi Rêbertiya azad ber bi xweseriya demokratîk” a bi rojan e amadekariyên wê tên kirin, destpê kir. Bi hezaran welatî ji bo beşdarî mitîngê bibin, bi saetan beriya mitîngê ber bi Parka Karayolu ve herikîn. Ji navçeyan jî ji bo beşdarî mitîngê gelek wesayît rabûn.

Her deqeya diçe ku qada mitîngê tijî dibe, pankartên, "Komara Demokratîk, Welatê Hevpar, Neteweya Demokratîk", "Bi Xweseriya Demokratîk re ber bi Civaka Azad", "Xweseriya Demokratîk Rêveberiya di cihê xwe de” hatin daliqandin.

Girseya li ber muzîkê govendê digire, li benda destpêkirina bernameya mitîngê ye. Girse, dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û azadiya Ocalan qîr dikin.

Çavlirê ye mitîng bi axaftinên Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk destpê bike.

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 14:44
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER