Şervanên YPG/YPJ'ê vê carê ji aliyê zarokan ve hatin silavkirin

Zarokên tevlî çalakiya nobedê ya li gundên Pirsûsê yên li ser sînorê Kobanê bûn, bi destê hev girtin û berxwedêrên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Şervanên YPG/YPJ'ê vê carê ji aliyê zarokan ve hatin silavkirin
Zarokên tevlî çalakiya nobedê ya li gundên Pirsûsê yên li ser sînorê Kobanê bûn, bi destê hev girtin û berxwedêrên YPG/YPJ'ê silav kirin.


Li gel pêngava paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, li ser xetê jî nobeda berxwendanê bi berfirehî dewam dike. Çalakiyên nobedê yên li gundên Mehser û Miseynterê dewam dikin, gihaştin gundê Alîzer ê li rojhilat û hewl tê dayîn bigihêje gundê Aşme yê li rojava. Nobedarên li ser sînor, li gundê lê ne bi çalakiya zincîra ji mirovan re, berxwedêrên Kobanê silav kirin.

Di vê çarçoveyê de, di roja 144. a berxwedanê de bi sedan welatî li gundên Miseynter, Mehser û Alîzerê berê xwe dan Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê slav kirin. Welatiyan li Miseynterê alên KCK, YPG, YPJ, YDG-H û DODEF'ê hildan, li pêşberî Kobanê bejna xwe tewandin. Li gundê Mehserê jî bi sedan kesî bi dirûşman berxwedana Kobanê silav kirin. Li gundê Alîzerê jî bi dehan zarokan bi destê hev girtin, bi dirûşman û alên YPJ'ê reng dan çalakiya zincîra ji mirovan.

Li van gundan, piştî çalakiyê paqijiya hawirdorê hat kirin.

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 15:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER