Li Nepalê bîlanço giran dibe, mucîze jî rû didin

Li Nepalê hejmara mirovên di erdheja 25'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 5 hezar 500'î. Zarokekî 15 salî jî ji binê xirbeyan hat derxistin.

Li Nepalê bîlanço giran dibe, mucîze jî rû didin
 Li Nepalê hejmara mirovên di erdheja 25'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 5 hezar 500'î. Zarokekî 15 salî jî ji binê xirbeyan hat derxistin.


Ekîbên alîkariya destpêkê dema zarok piştî pênc rojan ji binê xirbeyê otelekê derxistin, hînê li ser hişê xwe bû. Li ber çepikan zarokê hat rizgarkirin xistin ambûlansê.

Pitikek çar mehî jî piştî 22 saetan ji binê xirbeyê avahiyekê bi saxî û selametî hatibû derxistin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Neteweyî ya Operasyonên Lezgîn, di erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî de 5.489 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 10 hezar 350 kes birîndar bûn.

Li welatên cîran Hîndîstan û Çînê jî bi qasî 100 kes mirin.

Erdhejê bandoreke giran li paytext Katmandû kir. Lê belê ne tenê li vî bajarî. Hemû herêmên li derdora navenda erdhejê xera bûn. Gundê Kot ê 10 kîlometre dûrî paytexte, yek ji gundên tine bûye.

Hînê ti alîkarî negihaştiye vî gundî. Şêniyên gund ên di rewşeke zehmet de ne.

Xebatên rizgarkirinê di nava şert û mercên zehmet de tên meşandin. Li aliyekî baran, li aliyê din jî erdhejok dewam dikin.

Li herêmên çiyayî yên derdora Hîmalayayan, ku ket bin bandora erdhejê, gelek mirov li benda veguhastinê ne.

Güncelleme Tarihi: 30 Nisan 2015, 17:58
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER