Li Şengalê 4 çete hatin kuştin

HPG/YBŞ'ê dan xuyakirin, ku di çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Şengalê 4 çete hatine kuştin.

Li Şengalê 4 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG'ê ya Şengale & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kirin ku Pêngava Azadkirina Şengalê dewam dike.

HPG/YPŞ'ê der barê çalakiyên hatin lidarxistin de ev agahî dan:

"Di 4'ê Sibatê piştî nîvro saet di 13:30 de gerîlayên me li Sîttî Zeynep li dijî çeteyan çalakiyên sûîqestê lidar xistine. Di encama van çalakiyan de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Di 4'ê Sibatê saet di navbera 14:00 - 15:00 de gerîlayên me li derdora taxa Sûka Jêr çalakiyên sûîqestê li hemberî çeteyan pêk anîne. Di van çalakiyan de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek birîndar bûye.

Di 4'ê Sibatê saet di 22:30 de li derdora Taxa Minare, çeteyên bi wesayîteke leşkerî ber bi herêma gerîlayên me ve dihatin, li bersiveke di cih de ya gerîla rast hatin. Ji çeteyên neçar man wesayîtê li şûna xwe bihêlin 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Wesayîta leşkerî li qada şer maye."

Güncelleme Tarihi: 05 Şubat 2015, 14:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER