Li Şengalê derbên giran li çeteyan hatin xistin

Li bajarê Şengal ê Başûrê Kurdistanê di pevçûna navbera DAIŞ û hêzên berxwedanê de, herî kêm 7 çete hatin kuştin.

Li Şengalê derbên giran li çeteyan hatin xistin
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Fermandariya HPG'ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ve hat dayîn bi rêzeçalakiyên ku gerîlayên MLKP’î jî beşdarbûnek aktîf nîşan dane, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistine.


Li gorî agahiyên hatine dayîn 8’ê Nîsanê saet li dora 17’an li nêzî Taxa Xeyîr Nasir li dijî çeteyan çalakî pêk hatine. Di encama çalakiyan de du çete hatin kuştin û îro jî li heman taxê di encama çalakiya sûîqestê de çeteyek hat kuştin

Şeva 8’ê Nîsanê saet 23.45’an, li nêzî Girê Şehîd Erdal li dijî çeteyan çalakî pêk hat û çeteyek hat kuştin, yek birîndar bû.

Li Taxa Sûka Jêr a Şengalê di encama çalakiya sûîqestê ya hêzên berxwedanê pêk aniye de 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Vê sibehê li Taxa Xeyîr Nasir li dijî çeteyan çalakiyek pêk hat û çeteyek mir û yek birîndar bû.

Her wiha balafirên şer ên hêzên koalîasyonê li dijî nuqteyên çeteyan 4 bombebaran pêk anîn.

Güncelleme Tarihi: 09 Nisan 2015, 18:48
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER