Lîstika AKP'ê ya 'deriyê sînor' a Wanê

Deriyê Sînor ê Kapikoyê, ku hikûmeta AKP'ê ji roja hatiye ser desthilatdariyê û vir ve di her hilbijartinê de soza 'em ê vekin' dide, bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê re careke din ji hikûmetê re bû amûra hilbijartinê.

Lîstika AKP'ê ya 'deriyê sînor' a Wanê
 Deriyê Sînor ê Kapikoyê, ku hikûmeta AKP'ê ji roja hatiye ser desthilatdariyê û vir ve di her hilbijartinê de soza 'em ê vekin' dide, bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê re careke din ji hikûmetê re bû amûra hilbijartinê. Halbûkî ji ber polîtîkayên AKP'ê yên 13 sal in deriyê sînor venake, 120 kes bi hinceta qaçaxçitiyê hatin qetilkirin. Hevşaredara Sarayê Aldatmaz destnîşan kir ku AKP'yî bi nêzîkbûna hilbijartinan re careke din hewl didin gel bixapînin.

Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku AKP ev 13 sal in soz dide lê venake, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê weke soza hilbijartinê ya namzetên parlamenteriyê yên AKP'ê careke din hat rojevê. Namzetên AKP'yî di propagandayên xwe yên hilbijartinê de îdîa dikin ku ew ê Deriyê Sînor ê Kapikoyê vekin û venebûna deriyê sînor jî bi hinceta ku Saray ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve tê birêvebirin, girê didin.

EV 13 SAL IN LI SER SÎNOR 120 KES HATIN QETILKIRIN

Halbûkî Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku li ser sînorê Îranê ye, ji bin berpirsyariya Şaredariya Sarayê hatiye derxistin. Piştî ku DBP'ê di Hilbijartinên Herêmî yên 30'ê Adarê de Şaredariya Sarayê qezenç kir, Wezareta Bazirganiyê li ser daxwaza Qeymeqamtiya Sarayê, temamiya hatineyên deriyê sînor radestî Midûriyeta Gumrukê kir. Bi vî rengî Deriyê Sînor bi temamî ji bin erk û berpirsyariya Şaredariya DBP'yî hat derxistin. Ji ber rewşa girtî ya deriyê sînor, di nava 13 salên desthilatdariya AKP'ê de 120 kes dema hewl didan bi rêyên qaçax bazirganiyê bikin ji aliyê leşkerên Tirkiye û Îranê ve hatin qetilkirin.

PIŞTÎ KU ŞAREDARÎ KET DESTÊ DBP'Ê QEYMEQAMTÎ KET NAVA TEVGERÊ!

Piştî ku Wan bû xwedî statuya bajarê mezin Deriyê Sînor ê Kapikoyê ket bin berpirsyariya Şaredariya Sarayê. Lê belê piştî ku Şaredariya Sarayê di Hilbijartinên Herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de ket destê DBP'ê, ji bo hatineyên deriyê sînor neçin ji şaredariyê re Qeymeqamiya Sarayê bi lez û bez ket nava tevgerê. Deriyê Sînor ku diviyabû di 15'ê Nîsanê de radestî şaredariyê bihata kirin, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê radestî Midûriyeta Gumrukê kir.

'BI ZORÊ JI BIN BERPIRSYARIYA ŞAREDARIYA ME HAT DERXISTIN'

Hevşaredara Sarayê Zîlan Aldatmaz anî ziman ku lênêrîn û bikaranîna deriyê sînor mafê şaredariyê ye û got, "Beriya qanûna bajarê mezin, deriyê sînor û bendergeh bi Îdareya Taybet ve girêdayî bûn, lê belê bi guhertinên qanûnî re êdî aydî şaredariyane. Lewma diviyabû bikaranîn û hatineyên deriyê sînor radestî şaredariya me bihata kirin. Ev yek diviyabû di 15'ê Nîsanê de bihata kirin. Lê belê li ser daxwaza qeymeqamiyê ji Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, hatineyên deriyê sînor radestî Midûriyeta Gumrukê hat kirin. Yanî em çopa wir paqij dikin lê hatineyên wê diçin ji Wezareta Bazirganiyê re. Der heqê mijarê de me pêvajoya dadgeriyê ya pêwîst dan meşandin, lê belê hînê me encamek jê negirtine."

'DI SINDOQAN DE EM Ê BERSIVÊ BIDIN DEREWÊN AKP'Ê'

Aldatmaz da zanîn ku ev 13 sal in AKP ji bo vekirina deriyê sînor ji bazirganiya serbest re tiştek nekiriye û anî ziman ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re AKP'yî careke din hewl didin gel bixapînin. Aldatmaz got, "Ji bo vekirina deriyê sînor, bi afirandina hêviyên nû re hewl didin hin dengan bi dest bixin. Gelê me êdî ji van bawer nake. Yên ku hesap dikin bi afirandina hêviyan re encamekek cuda ji 7'ê Hezîranê werbigirin, xwe dixapînin. Yên ku her sal bi hinceta qaçaxçitiyê bi dehan ciwanên me qetil dikin gelo ne ev in? Gelê me wê bersiva herî xweş a li van derewên AKP'ê, di sindoqan de bide."

Güncelleme Tarihi: 14 Mayıs 2015, 14:37
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER