Namzetên HDP’ê li her cihî rastî eleqeyeke zêde tên

Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li çar aliyê welat berdewam dikin. Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Hîşyar Ozsoy diyar kir ku heke HDP di bin bendava hilbijartinê de bibîne AKP wê di 7'ê Hezîranê de topyekûn şer bide destpêkirin .

Namzetên HDP’ê li her cihî rastî eleqeyeke zêde tên
Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li çar aliyê welat berdewam dikin. Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Hîşyar Ozsoy diyar kir ku heke HDP di bin bendava hilbijartinê de bibîne AKP wê di 7'ê Hezîranê de topyekûn şer bide destpêkirin û ji bo aştî, demokrasî û azadî li Tirkiye û Kurdistanê hakîm bibe divê hemû kes ji bo HDP'ê bixebite.


ÇEWLÎK

Namzetên HDP'ê yên Çewlîkê Hîşyar Ozsoy, Serhat Gumuş û Sevgî Oruç, di çarçoveya xebatên xwe tevlî vekirina bûroyên hilbijartinê bûn. Namzetên HDP'ê tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya Kanîreşê bûn. Wesayîta hilbijartinê ya ber bi navçeyê ve diçû li ser rê rastî eleqeyekî mezin hat û welatiyan pêşiya wesayîtê girtin. Namzetên HDP'ê ji wesayîtan hatin xwarê û bi welatiyan re sohbet kirin. Bi taybet jinan eleqeyekî mezin nîşanî namzetan da. Welatiyên sewalên xwe diçerandin jî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û nîşaneyên serkeftinê namzet silav kirin.

Namzetên HDP'ê di ketina navçeyê de ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Pişt re konvoya HDP'iyan ber bi navçe çû li navenda navçeyê geriyan û çû ber buroya hilbijartinê. Di vekirina buroyê de Namzetê HDP'ê Serhat Gumuş axivî û diyar kir ku hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelan fersendekî girîng e û divê hemû kes li dor HDP'ê bibe xelek.

Nazmeta HDP'ê ya Sevgî Oruç jî bang li hemû jinan kir ku li dora HDP'ê bibin xelek û xwedî li HDP'ê derbikevin. Nazmetê HDP'ê Hîşyar Ozsoy jî diyar kir ku heke HDP di bin bendavê de bimîne AKP dê topyêkûn şer bide destpêkirin. Piştî vekirina bûyerê li esnafan geriyan.

ÊLIH

Namzetên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz bi kedkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredar û gelek kesên din tevlî bernameyê bûn.

Namzetê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan têkildarî pirsa nasnama êzdî û baweriya êzdî bersiv da û diyar kir ku hem misliman, elewî, suryanî û êzdî ye û tu cudahiyê naxe nava gelan.

Namzeta HDP'ê Saadet Becerîklî jî balkişand ser pirsgirêka betaliyê. Namzeta din Ayşe Bajaran jî diyar kir ku yên propagandeya mislimaniyê dikin tu agahiya wan bi Peymana Medîneyê tuneye.

Namzetê HDP'ê Hasan Yagiz jî diyar kir ku di nava civakê de ciwan her tim dijber tên dîtin û ew dê bi perspektîfa "Me bi ciwanî dest pê kir em dê bi ciwanî xilas bikin" tevbigerin.

Piştî civîna bi kedkarên çapemeniyê re Sendîkaya Petrol Îş û nûnerên 850 karkerên ji TPÎC'ê hatin avêtin re hevdîtin kirin.

MÊRSÎN

Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê bi Komeleya Karsaz û Pişevanên Iraq-Tirkiyeyê (TISÎAD) û Jinên Karsaz re hatin cem hev. Serokê Lijneya Rêveberiya TISÎAD'ê Nevaf Kiliç di civînê de têkildarî xebatên komeleyê de agahî dan. Namzetê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî diyar kir ku hilbijartina 7'ê hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê serdemek gelek girîng e. Firat anî ziman ku heke HDP di bin bendavê de bimîne ev yêk tê wetaye li Tirkiyeyê hilbijartinekî demokratîk tuneye û wiha got: "Ji bo lîstikên li Tirkiyeyê tên lîstin vala bên derxistin ez gelek fikirîm û min dît ku tenê alternatîf HDP ye û min biryara li wir siyasetê bikim da." Serokê Federasyona Gida û Vexwarinên Tirkiyeyê Bunyamîn Yuksek jî diyar kir ku li Edeneyê eşîrekî 22 hezar in û dê piştgiriyê bidin HDP'ê.

ÎZMÎR

Namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, Pinar Aydinlar, Eylem Yildiz û Muslum Dogan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi karkerên ku endamên DÎSK’ê ne ve li Nûnertiya Herêma ye Îzmîrê ya DÎSK’ê hatin cem hev. Nûnerê Herêmê ya DÎSK’ê Memîş Sari namzet pêşwazî kir. Kurkçu li vir axivî û nêrîna HDP’ê ya ji bo çîna karkeran anî ziman, bal kişand israra karkeran a ji bo 1’ê Gulanê ya Taksîmê. Aydinlar, Dogan û Yildiz jî diyar kirin ku tevlibûna Mîtînga 1’ê Gulanê ya Gundogduyê bi ruhê Newrozê girîng e.

Piştre karkerek axivî û got ku ew ne HDP’î ye lê taxa wan HDP xebatê dimeşîne û bal kişand li ser girîngiya vê hilbijartinê. Karkerên ku eleqeyeke mezin nîşanî namzetan dan soza piştgiriyê dan. Serdan bi gotina karkeran a “riya we riya me ye” bi dawî bû.

ŞIRNEX

Namzeta HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û endamên partiyê li navçeya Hezexê çûn serdana sazî û esnafan. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî namzetan dan. Welatiyan diyar kirin ku pirsgirêka wan a bendê nîne. Bîrlîk jî li vir axivî û got ku tu kes nikare dest bavêje îradeya gel û hemû gelên Tirkiyeyê li cem rengên HDP’ê gihîştine hevdu.

Li Şirnexê jî namzetên HDP’ê xebatên xwe didomînin. Hevşaredarên Şİrnexê û namzetên HDP’ê Ferhat Encu çûn serdana saziyên sivîl ên bajar.

Namzet ewil çûn Cemîyeta Rojnamegeran, piştre jî derbasî Odeya Bazirganî û Sanayî ya Şirnexê. Serokê odeyê Osman Gelîş heyet pêşwazî kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman.Gelîş ji bo namzetan serkeftin xwest.

ANTALYA

Namzetên HDP’ê yên Antalyayê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn Odeya Pazarciyan a Antalyayê. Namzetên HDP’ê Saruhan Oluç, Îlkîn Manya û Savaş Sezgîn pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Serokê Odeyê Cihan Karataş li vir axivî û got ku ew ji Sêwasê ye û AKP û CHP elewiyan wekî kêmar dibînin lê dema ku li lîsteyên HDP’ê dinêrin gelek namzetên elewî hene.

Namzetê HDP’ê Saruhan Oluç jî di axaftina xwe de got ku Tirkiye wekî kamyona ku frena wî teqiyaye lê Erdogan jî bênavber pêlî gazê dike. Oluç bilêv kir ku Tirkiyeyê gelek bêedaletî dîtiye lê asta îro kambax e.

SAMSUN

Namzedên HDP'ê yên Samsûnê Alp Altinors, Makbûle Efe, Îlhan Cure û Saît Kocaman Komeleya Çandê ya Pîr Sultan ziyaret kirin. Namzed ji hêla Serokê Şaxa PSAKD'ê Cem Sultan Ermîş û rêveberên şaxê û ciwanên PSAKD'ê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre Namzedên HDP'ê Altinors û Makbûle Efe malan ziyaret kirin. Malbat ji ziyaretê kêfxweş bûn.

BARTIN

Namzedên HDP'ê yên Bartinê Dîren Cevahîr Şen û Nûr Saît Tekgul rojnameyên çapemeniya herêmî ziyaret kirin. Namzedan der barê projeya jiyana nû ya HDP'ê de agahî dan û pirsgirêkên jîngeh û xwezaya Bartinê nirxandin û wiha gotin: "Bila ji rûbarên Bartinê jehr neherike. Hêzên hegemon HES'an çêdikin û jiyana me ji me didizin, ava me difiroşin me. Em nahêlin HES bên çêkirin."

Namzedan anî ziman ku tundiya li dijî jinan zêde dibe û rojê herî kên 5 jin tên qetilkirin û polîtîkaya HDP'ê ya jinan ji gel re vegotin û wiha axivîn: "Bendav dê bi dengên jinan bên hilweşandin. Em demokrasiyeke bê bendav û bê pakêt dixwazin. Em ê li Bartinê bendavê hilweşînin. HDP partiya ciwanan e jî. Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanan bi ser kevin."

STENBOL

Namzedê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ateş jî gelê navçeya Sarigazî û esnafan ziyaret kir. Heyeta ku Hevseroka HDP'ê ya navçeya Sarigaziyê Dîlek Keskîn jî di nav de, bi hev re ji bo 1'ê Gulanê belavok belav kirin.

RIHA

Namzetên HDP'ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Serhat Dîcle Yuksel di çarçoveyên xebatên xwe yên hilbijartinê de gundên Sergırti, Xurşit, Ferx, Kunça Esmê û Çokelge ziyaret kirin. Welatiyên gundan bi govend û tîlîliyan namzetên HDP'ê pêşwazî kirin. Dîlek Ocalan diyar kir ku ew dê hişmendiya darbeya 12'ê îlonê ji holê rabikin. Dîlek Ocalan balkişand ser operasyonên KCK'ê û wiha got: "We di hilbijartinan de bi dengên xwe şaredar û meclîs hilbijartin. Lê kesên we hilbijartin avêtin girtîgehan û vîna we destser kirin. Ji bo ji xwe re xizmetê nekirin asteng kirin. Niha jî bi bendavan dixwazin vîna we destser bikin. Lê ez dibînim gelê me destûr vê yêk nade."

Namzetê HDP'ê yê din Serhat Dîcle Yuksel jî wiha got: "Di vê hilbjiartinê de an em dê hebin û an jî em nabin. Ji bîlî vê yêkê tu alternatîfên din tuneye."

Namzetê HDP'ê Osman Baydemîr û Rasîm Çakmak jî Nexweşxaneya Ortadogu ya OSM'ê ziyaret kir. Namzetan Serhekîmê Nexweşxaneyê Dr. Î. Halîl Baysal ziyaret kirin. Baydemîr pişt re bi nexweş û xizmên nexweşan re sohbet kir.

Namzetên HDP'ê yên din Yasîn Batan û Ayşe Dogan jî esnavên navçeya Akçakaleyê ziyaret kirin. Welatiyan eleqeyekî mezin nîşanî namzet da. Nazmetê HDP'ê Yasîn Batan diyar kir ku bi salan ereb û kurd tune hatin hesibandin û ji bo êdî ji vê yêkê re bêje na bû namzet.

Namzetê HDP'ê Ziya Çalişkan jî li navçeya Eyyubiyeyê esnav ziyaret kirin û bi welatiyan re sohbet kir.

AMED

Li taxa Mevlana Halît di navçeya Reanzê ya Amedê buro hat vekirin. Di vekirinê buroyê de alên HDP hat daliqandin û bi çepik û tîlîlî vekrina buroyê coştir kirin. Her wiha li taxa Mevlana Xalît ya amedî bi coşeke mezin buroya hilbijartinê ya gel vekirin. Di vekrina buroyê de Hevserokên Rexistinê ya Amedê Alî Şîmşek, hevşaredarên Rezan, Namzetê HDP'ê ya Amedê Îmam Taşçier û gelek welatiyên tevlî bûn. Li qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin, Namzetê HDP'ê ya Amedê Îmam taşçier axaftinek kut kir. Piştî axaftinan buro hate vekirin.

Namzetên HDP’ê yên Amedê Îdrîs Baluken, Nesrîn Hîlal Şanli, Edîp Berk û endamên HDP’ê yên Amedê serdana esnafên navçeya Surê kirin. Namzetan rewşa esnafan pirsîn, esnafan jî pirsgirêk û xwestenên xwe ji namzetan re vegotin. Esnafên Surê eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê buroya hilbijartinê ya jinên HDP'ê vekir. Jin bi cilên herêmî, kesk sor û zer, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ, KJA û HDP’ê tevlî şahiyê bûn. Jinan bi namzetên jin ên HDP’ê re govend gerandin û bi tilîlî û çepikan keyfxweşiya xwe nîşan dan. Buroya hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên Amedê yên jin Nursel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Nesrîn Hîlal Şanli, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek, Hevşaredara Surê Fatma Şikbarut û gelek jin hat vekirin. Di vekirinê de Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek axivî û diyar kir ku wan bi îdeolojiya xwe Tirkiye hejandiye û dê di 8’ê Hezîranê de mizgîniyê bidin Ocalan.

Namzeta HDP’ê ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli jî destnîşan kir ku ew îro ne muxtacî siyaseta kesekî ne ew bi xwe êdî dikarin xwe îfade bikin û ev hilbijartin ji bo keda jinê ye. Namzeta HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî da zanîn ku desthilatdar naxwazin jibi ser bikevin, lê bi paradigmaya Ocalan wê jin bi îradeya xwe bersivan wan bidin.” Parlamenter Nursel Aydogan jî diyar kir ku jin dê hem li parlementoyê hem jî li kolanan têbikoşin û zihniyeta AKP’ê ya li dijî jinan hilweşînin.

AGIRÎ

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Leyla Zana, Bedran Ozturk, Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Mehmet Emîn Îlhan, Odeya Ajokar û Otomobîlan, Odeya Esnaf û Sanatkaran, Odeya Endezyarên Çandîniyê ya Wanê û Midûriyeta Sewalkarî û Çandîniyê ziyaret kirin. Di ziyaretan de Leyla Zana axivî û diyar kir ku bi sedan salin hem împaratoriyê û hem di serdema komarê de nehiştin kurd bên cem hev lê êdî kurd tên cem hev. Zana anî ziman ku zext û zordariyên li ser kurdan pêk tên ji aliyê kurdan ve hatin berterafkirin. Zana da zanîn ku ligel şîdet û zextan di qada aborî de jî zext pêk hatin.

Namzetan piştre li Qadê bajar, Vana Kevin, Pirtûkxane û Hz. Omer buroyên hilbijartinê vekirin

WAN

Namzetên HDP'ê yên Wanê Yurdusev Ozsokmenler, Tuba Hezer, Remzî Ozgokçe, Adem Ozcaner û Selamî Ozyaşar jî li kolana cumhuriyetê esnaf ziyaret kirin û guhdariya pirsgirêkên wan kir. Namzet pişt re li Parqa Feqiyê Teyran bi gel re hatin cem hev û sohbet kirin. Namzetê HDP'ê Selamî Ozyaşar got, "Gelême ji me re dibêje 'em bi we re ne' Em jî dê bi gelê xwe re di 8'ê hezîranê de jiyanek nû ava bikin."

Li navçeya Bêgiriyê jî jina di çarçoveya xebatên hilbiajrtinê de li taxan civîn li dar xistin.

Namzetên HDP'ê yên din Lezgîn Botan û Zozan Yelîz Yildirim jî li navçeya Artemêtanê esnaf ziyaret kirin. Li navçeya Qelgelî jî civîna hatin lidarxistin.

ERDEXAN

Namzetên HDP'ê yên bajar jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin. Di ziyaretê de esnafên Erdexanê gotin, "Hûn meraq nekin em dê dengê xwe bidin HDP'ê." Nazmetê HDP'ê yê Erdexanê Taşkin Aktaş û Arzu Mocu li navçeya Golan a Erdexanê bi gel re hatin cem hev. Namzet pişt re gundên Xeve, Kirzîyan, Tellîoglu, Arpaşen û Varginîs ziyaret kirin.

 

Güncelleme Tarihi: 29 Nisan 2015, 17:09
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER