Namzetên HDP'ê serdan û mîtîngên xwe dewam dikin

Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê li her deverê, di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de serdana gel û dikandaran dikin û mîtîngan lidar dixin.

Namzetên HDP'ê serdan û mîtîngên xwe dewam dikin
Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê li her deverê, di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de serdana gel û dikandaran dikin û mîtîngan lidar dixin.


AMED 

Nazmeta HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel tevlî şahiya li gundê Şêhkentê yê Yenîşehîrê bû. Demîrel diyar kir ku wê di 7'ê Hezîranê de bersivekî mezin bidin desthilatdaran.

Namzetê HDP'ê Îdrîs Balûken jî li navçeya Çinarê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. 

Namzet Ziya Pîr, Çaglar Demîrel, Îmam Taşçier, Sîbel Yîgîtalp jî DOSÎAD, GUNSÎAD, DÎSÎAD, GUNTÎAD ziyaret kirin. Heyeta YNK'ê jî pê re çûn. 

Namzetên HDP'ê yên Amedê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgitalp di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Savaş û Cemîlyilmaz'ê malan ziyaret kirin û di pisûlaya deng de cihê HDP'ê nîşanê gel dan. Namzetên HDP'ê li nava taxa rastî eleqeyeke mezin hatin.

ŞIRNEX

Li navçeya Şirnex Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê de namzetê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz çû serdana esnafên Sûka Dimsê û Sûka Kevn. Di serdanê de Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevserokên HDP' û DBP'ê, MEYADER û Komelaya Alimên Botanê amade bûn. Heyeta HDP'ê di serdana esnafan de piştgiriya dengan û xwedî derketina sindoqan xwestin. Esnafan diyar kirin ku ew ji bo hemû xebatên HDP'ê amade ne. Di serdana dikanekê de namzetê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz sêniya hinê xist destê xwe û destnîşan kir ku ew ê şeva 7'ê Hezîranê ji bo pîrozkirina hilweşandina benda hilbijartinê û desthilatdaran hinê belav bikin.

Li navenda bajêr jî bi mîtîngê belavok hatin belavkirin.

MÊRDÎN 

Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê bi lez ketin. HDP li navçeya Artukluyê bi keyayên 61 gundan re civiya. Namzetê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û gelek kesên din tevlî cîvînê bûn. Sancar, di civînê de axivî û xwest ku dengan bidin wan. Sancar herî dawî bang kir ku hemû kes telvî mitînga 3'yê Hezîranê bibe. Keyayan jî soza piştgiriyê bidin HDP'ê dan.

Namzetên din jî li naçveya Midyadê bi çapemeniyê re hatin cem hev. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Dêrîkê jî li gundên Balfis, Çekem, Selmê, Dêşî, Usibê pîrî, Maşmaşk, Tilcimha, Mizgewr û Kufirlê geriyan û welatî ziyaret kirin.

SÊRT 

Namzetên HDP'ê yên Sêrtê Kadrî Yildirim û Hatîce Sevîp Tekîn jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de gundên Cimzêrq, Şêxûlus, Telîba, Tehlê, Demserk û Têlan ziyaret kirin. Namzet ji aliyê welatiyan ve bi dilgerîmî pêşwazî kirin. Piştî gera gundan esnafên navçeya Misircê ziyaret kirin.

Namzetê HDP'ê yê din Îsmaîl Aydin jî bi xebatêkarên saziyên fermî re hate cem hev. Aydin Midûra Defterdariyê Meral Donmez ziyaret kir. 

ÎZMÎR

Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê xebatên xwe berdewam kirin. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî tevlî xebatan bûn. Tûncel li buroya hilbijartinê ya jinan a Menemenê hatin cem hev. Namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Pinar Aydinlar jî tevlî civînê bû. Tûncel, diyar kir ku ji hilbijartinê re demek kin maye û wiha got: "Destpêkekî nû dê jin bikin. Herî zêde ev yêk di destê jinan de ye. Dema em nû derketin rê tu kesî ji me bawer nedikir. Tûncel da zanîn ku divê hemû kes xwedî li sindoqan derbikevin û wiha axivî: "Divê em wê rojê destûrê nedin pisîk bikevin trafoyan." 

RIHA 

Li navçeya Sêwerekê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mitîng pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, namzetên HDP'ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan û Osman Baydemîr tevlî mitîngê bûn. Qada mitîngê bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ'ê û alên HDP'ê hatin xemilandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, diyar kir ku li Rojhilata Navîn di nav de Tirk jî azadiya hemû gelan ji azadiya kurdan re derbas dibe. Turk anî ziman ku serokomar gefan li demokrasî, aştî û biratiyê dike û wiha got: "Me girtîgeh, zilm û cînayetên kiryar nediyar dîtin. Ji vê seatê şûn de hûnê çi bikin."

Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî axivî û bang li hemû kesî kir ku xwedî li dengan û sindoqan derbikevî. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê pisgirêka kurd qebûl nake û wiha got: "Hemû zîndîwar weke hev hatine afirandin. Tu mirov bi ser kesekî din re nehatiye afirandin. Kurd gelek in. Dixwazin qedara xwe diyar bikin. Ev jî tiştekî xwezayî e."

Namzetên HDP'ê ya din Dîlek Ocalan, Îbrahîm Ayhan, Leyla Guven û Gulcan Avci jî li Hîlvanê tevlî mitîngê bûn. Di mitîngê de Dîlek Ocalan axivî û diyar kir ku AKP 13 salin bi hemû kesî re êşê didin jiyîn. 

Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku tişta herî baş AKP'ê heya niha kirî diziye û wiha got: "AKP ji hatina me ditirse. Lê bila netirsin em dê demokrasiyê nîşanî wan bidin."

Piştî mitîngê Îbrahîm Ayhan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk gundên ayîdî eşîrata Îzolê ziyaret kirin.

Namzetê HDP'ê yê din Rasîm Çakmak jî li navçeya Akçakaleyê wlatî ziyaret kirin.

SEMSÛR

Namzetên HDP’ê Behçet Yildirim, Ferhat Temel, Ayten Yilmaz, Yasîn Tahta û Bîrsen Tûnç xebatên xwe didomînin. Yildirim li taxa Harharê çû serdana esnafan û piştre jî başdarî çalakiya ji bo bijîşk Kamîl Furtun ê li Samsunê hate qetalkirin hat lidarxistin bû. Temel, Tunç li taxa Alîtaşiyê, Yilmaz jî çû serdana gundên Încebag, Kuştepe, Sariharman û Hasancikê. Tahta j îli navçeya Kolikê bû û çû serdana esnafan. 

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Semsûrê j îli Parka Demokrasiyê stand vekir û stand dê 3 rojan vekirî bimîne. 

WAN

Li navçeya Erdîşê jî xebat didomin. Piştî malbatên Şêxbizinî û Evdoyî welatiyên gundê Hacikaşê jî derbasî HDP’ê bûn. Welatiyên gund ji cadeya Zîlanê heta buroya hilbijartinê ya Vanyolu yê ve meşiyan û li vir ji aliyê Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban û rêveberên HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Hevseroka HDP’ê ya Erdîşê Seval Çadirci kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlibûna partiyê anî ziman. 

HEYETA YNK'Ê LI WANÊ YE

Parlamenterê YNK’ê Ferhan Şengavî, endamên polîtburoya YNK’ê Perêz Omer û Newzat Salîh jî ji bo piştgiriyê bidin HDP’ê hatin Wanê. Li vir ji aliyê parlamenter û namzetan ve hatin pêşwazîkirin. Şengavî li vir kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku çavên hemû gelê Başûr li ser HDP’ê ye û li cem HDP’ê ne. Namzetê HDP’ê Lezgîn Botan jî salvegera damezirandina YNK’ê pîroz kir û got ku yên dixwazin cudatiyê bixin navbeda gelê kurd wekî li Kobanê helak bibin. Botan bang li partiyên kir û got ku roj roja komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd e. 

LI ELBAKÊ MÎTÎNG

Li navçeya Elbakê jî li ber avahiya DBP’ê mîtîng hate lidarxistin. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, namzetên HDP’ê Tugba Hezer û Selamî Ozyaşar, rêveberên HDP, DBP, KURDÎ-DER, KJA, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û HDP’ê hatin vekirin. Dîlekçî axivî û got ku ew dizanin ku gelê Elbakê bi salan e peywira xwe bi cih tînin. Dîlekçî li hemberî êrîşîn li dijî HDP’ê nerazîbûn nîşan da. 

Namzetê HDP’ê Hezer jî anî ziman ku îxtidara AKP’ê û Erdogan ên ku berxwedana Rojava hezm nakin bi TIR an ve alîkariya ji bo çeteyan dişînin. Hezer got ku di 7’ê Hezîranê de AKP û Erdogan şiqameke wisa bixwin ku dê hemû cihan bibihîze.

Namzet Ozyaşar jîg ot kul i dîrokê kêm cihan wekî Elbakê cihê xwe girtiyê heke yekîtiya gel wekî ya li Elbakê pêk bihata Şêx Saîd nedihat darvekirin, Zîlan, Dêrsim, 33 Gule nedihat jiyîn. Ozyaşan destnîşan kir ku êdî gelê kurd yekîtiya xwe pêk aniye û dê di 7’ê hezîranê de bendê hilweşîne. 

LI QELQELIYÊ ŞAHÎ

Li navçeya Qelqeliyê jî mîtîng hate lidarxistin. Namzeta HDP’ê Zozan Yelîz Yildirim û Rêveberdên HDP û DBP’ê jî di nav de bi sedan welatî beşdar bûn. Yildirim bi helbesta Ahmet Arîf a 33 Gule ve dest bi axaftina xwe kir û got ku ew ê aştî û demokrasiyê bi destên xwe ve pêk bînin. Piştre Agirê Jiyan, Îbrahîm Rojhilat û Hemê Hecî derketin ser dikê û bi muzîkê ve govend hate gerandin. 

QERS

Namzetên HDP’ê yi gund, navçe û navenda bajar xebatên xwe didomînin. Namzeta HDP’ê Şafak Ozanli li navçeya Akyaka û gundan xebatên xwe berdewam kir. Ozanli got ku AKP’ê fêm kiriye dê li Qersê Têk biçe ji ber vê yekê jî hemû hêza xwe aniye vir. 

Namzetê HDP’ê Onder Fîdanboy jî li navçeya Arpaçay û gundan çû serdana gel û civîn li dar xist. Fîdanboy bilêv kir ku pirsgirêkên gel zêde ye lê îxtidarê ev du serdem in ji bo Qersê tiştek nekiriye û ji bo ku dersê bidin îxtidarê Qers pir girîng e. 

AGIRÎ

Namzetên HDP’ê yên Agiriyê Berdan Ozturk, Dîrayet Taşdemîr û Mehmet Emîn Îlhan ji bo mîtînga sibê ya dê saet di 12.00’an de pêk bê belavok belav kirin. Li aliyê din namzetên HDP’ê Taşdemîr û Îlhan çûn serdana Komeleya Yekîtî û Çandê yên Nanîbîn (GOR-BÎL) û Saziya Piştevaniya Qada Çolter û Çandiniyê. Namzetan li vir projeya jiyana nû ya HDP’ê vegotin. 

Li Bazîdê jî ji bo mîtînga Agiriyê ya sibehê belavok hate belavkirin. HDP’ê û welatiyan bi hevre belovak belavkirin. 

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî ji bo mîtînga mezin a Agiriyê belavok hatin belavkirin. 

ERZÎROM

Rêxistina HDP’ê ya Qereyaziyê li cadeya Cumhuriyetê çû serdana esnafan. Li Erziromê di 4’ê Hezîranê de li qada Stasyonê dê mîtînga mezin bê lidarxistin. Hevşaredarên Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan û Zeynep Bîngol jî tevli xebatê bûn û ji bo mîtîngê belavok belav kirin.

Güncelleme Tarihi: 01 Haziran 2015, 17:42
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER