Ozan Emekçî: Bi HDP'ê re wê êşên me biqedin

Hunermendê gel Ozan Emekçî destnîşan kir ku HDP ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şenseke mezin e û di serî de Elewî bang li her kesî kir, ku dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin.

Ozan Emekçî: Bi HDP'ê re wê êşên me biqedin
Hunermendê gel Ozan Emekçî destnîşan kir ku HDP ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şenseke mezin e û di serî de Elewî bang li her kesî kir, ku dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin. Emekçî got, "Welatê ku beriya 90 salî bi mejiyê fermî yê dewletê hat parçekirin, îro bi HDP'ê re dibe ye."


Ozan Emekçî ku ji ber bû dengê gundiyan, xizanan û bindestan ev 35 sal in li sirgûnê dijî, ji ANF'ê re peyivî û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xwest, deng ji bo HDP'ê werin bikaranîn.

'WEKE YÊN TINE TÊN DÎTIN DIVÊ ME HDP'Ê BIXIN MECLÎSÊ'

Emekçî ragihand ku HDP dengê bawerî, bindest, mezheb û gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye û diyar kir ku hemû cihê rengî ji bo bi nasname û baweriya xwe bijîn, divê li cem HDP'ê cih bigirin. Emekçî da xuyakirin ku HDP bi siyaseteke ku heta roja îro nehatiye ceribandin gelan hembêz dike û got, "Ev 90 sal in hemû partiyên ked, nirx, nasname û baweriyên gelan tine dihesibînin hatin ceribandin û rûyê rast ê hemûyan hat dîtin. Niha, weke yên ji her alî ve tine hatine hesibandin divê em di hev re, rengê xwe re HDP'ê bixin Meclîsê."

'LI DIJÎ CIHÊKARAN JI BO CÎHANEKE BEDEW TÊDIKOŞE'

Emekçî got, "Dema komar ava bû, mejiyê wê rojê gel ji hev cihê kir û welat parçe kir" û destnîşan kir ku HDP'ê ev mejiyê qirêj ê cihêkar daniye aliyekî û hemû gel bi awayekî azad û wekhev li hev civandiye. Emekçî got, "Yên ku me bi cihêkariyê tawanbar dikin divê niha baş bibînin; yên ji wan re dibêjin 'cihêkar' çi Tirk, Kurd, Laz, Çerkes, Ermenî, Sunnî, Elewî ji bo cîhaneke bedew bide tevahiya zarokên vî welatî, têdikoşin. Di vê rojê de ya em ê li cem HDP'ê cih bigirin û ber bi rojên ronî ve bimeşin an jî em ê xwe teslîmî yên dixwazin welêt ber bi tarîtiyê ve bibin, bikin."

'DIVÊ ELEWÎ BES XERACÊ BIDE CHP'Ê'

Emekçî bal kişand ser komkujiyên Sêwas, Mereş, Çorûm û roja CHP'ê ya di wê demê de û anî ziman ku Elewî bi salan, ji ber gefan deng dane CHP'ê. Ozan Emekçî got, "Piştî bûyerên li Mereş, Çorûm û Sêwasê CHP'ê ji me re got, 'Ya hûnê li cem me cih bigirin û laîkiyê biparêzin, yan jî hûnê bi şerîetê re her roj bişewitin' û bi vî reng dengê Elewiyan bi salan mîna xeracê bi dest xist. Gelekan ji me bi vê tirsê dengê xwe da CHP'ê. Lê belê di nuqteya heyî de, di encama berxwedana 35 salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de, ev siyaseta qirêj pûç bûye û rastî ji me re hatiye nîşandan. Em Elewî, CHP jî di nav de divê em dengê xwe weke xerac nede kesî. Em li cem HDP'ê cih bigirin û çand û baweriya xwe bi dilrehetî bijîn."

'DIVÊ HUNERMENDÊN GEL BI TENBÛR Û STRANÊN XWE LI CEM HDP'Ê CIH BIGIRIN'

Emekçî da zanîn ku wezîfe û berpirsyariya herî mezin a hunermendan, bilêvkirina êş û pirsgirêkên gel e û got, "Divê hunermend li cem mirovên ji bo gel siyasetê dikin cih bigirin. Di roja îro de li welatê me yekane partiya li cem gel siyasetê dike HDP ye. Lewma divê hunermend bi deng û tenbûra xwe li cem HDP'ê cih bigirin."

Emekçî ragihand ku bi dehan hunermend, ji ber ku dengê bindestan bi hunera xwe nîşan dan li derveyî welat li sirgûniyê neçarî jiyanê hatine hiştin û got, "Yên ku bi kujerê Hrant Dînk re stran da çêkirin û gotin, gelekî bi qîmet tên dîtin. Lê em, ji ber ku dengê gel di hunera xwe de nîşan da, neçar man li sirgûnê bijîn. Ev êşa bi me tê kişandin, piştî ku HDP ket Meclîsê wê bi dawî bibe."

Güncelleme Tarihi: 24 Mart 2015, 14:58
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER