Pîrozbahiyên 8'ê Adarê didomin

Jinên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan, daxwazên xwe anîn ziman û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Pîrozbahiyên 8'ê Adarê didomin
Jinên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan, daxwazên xwe anîn ziman û banga bilindkirina têkoşînê kirin. 


AMED

Komeleya Jinên Kar ên Rojhilat û Başûr (DOGUKAD) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi şahiyekê cejna xebatkarên jin ên li Herêma Sanayî (OSB) pîroz kir. Şahî li baxçeyê Lîla Kozmetîk hat li dar xistin. Di pîrozbahiyê de jinan li ber def û zirnê govend gerandin, qurnefîl û xelat li jinên karker belav kirin. Di şahiyê de rêvebera DOGUNKAD'ê Nevîn Îl axivî û diyar kir ku ev çar sal in wek kevneşopiyekê 8'ê Adarê bi jinên kedkar re pîroz dikin. Îl destnîşan kir ku bi saya jinên kedkar ew gihiştine van rojan û divê mafê jinên kedkar bên parastin. 

Piştî bi dawîbûna şahiyê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi heyetekê re cejna 8'ê Adarê ya jinên karkarên Tekstîla Jiber û Açilimê pîroz kirin. Heyeta ku ji Hevşaredarên Bajarê Mezin, Hevşaredarên Rezanê û xebatkarên şaredariyên bajar pêkhat çûn cihê kar ê karkeran û bi dayîna qurnefîlan cejna wan pîroz kirin. Heyet û jinên karker bi hev re govend gerandin. Jinên kedkar dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Di serdanê de Hevşaredara Bajarê Mezin Gulten Kişanak axivî û diyar kir ku ew roja hemû jinên kedkar pîroz dikin. Kişanak da xuyakirin ku bi taybetî jî ew cejna jinên berxwedêr ên Şengal û Kobanê pîroz dikin. Kişanak bang li hemû jinan kir ku li dijî tundî, binpêkirina mafan, zewacên temenê biçûk û hwd. di 8'ê Adarê de hemû jin dakevin qadan.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli jî roja hemû jinê cîhanê pîroz kir û diyar kir ku divê mêrên Amedê ne tenê di 8'ê Adarê de di hemû rojên salê de ji bo mafê jinan baldar bin. Anli destnîşan kir ku divê di roja 8'ê Adarê de mêr jî li cem jinan cih bigrin.

Endamên Şaxa SES'ê yên Amedê ji bo balê bikşînin ser cînayetên jinan û banga tevlîbûna mitînga 8'ê Adarê bikin li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Ziya Yaşargîl a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên girtiyên nexweş jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta "Bijî 8 Adarê" û "8'ê Adarê li te piroz be Xanim" hate vekirin û wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Nûnera SES'ê Denîz Şaşioglu daxuyanî xwend û diyar kir ku 8'ê Adarê nîşaneya têkoşîna jinê ye.

Şaşioglu daxwazên jinan wiha rêz kir: 

" *Divê destûreke bingehîn a wekhev, azadîxwaz û demokratîk bê amadekirin
*Divê 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî
*Li şûna Wezareta Polîtîkayên Civakî û malbatê Wezareta Jinê bê avakirin
*Di serî de Peymana Stenbolê divê hemû peyamanên din ên navneteweyî yên têkildarî jinê bên îmzekirin
*Astengiyên li pêşiya rêxistinbûn û sendîkabûna jinê bên rakirin
*Ji bo zext, şîdet û mobbînga li kargehan rû didin bi dawî bibin zagon bên sazkirin
*Li şûnda xebata bêqeyd û bêewlehî karê bi ewle û pêşeroja bi ewle
*Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û xizmeta cemaweriyê
*Kreşên bêpere û zimanê dayikê yên 24 saetan vekirî bên vekirin
*Divê pakêta 'Ewlekariya Hundir' were vekişandin
*Li hemberî şer aştiyê rêxistin bikin."

Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Selma Atabey jî bang li hemû jinan kir ku tevlî mitînga 8'êm Adarê bibin.

Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê jî bi heman armancê li Salona Konferansê ya Şaredariyê ji xebatkarên jinan re xwarina taştê da. Hevşaredar bi kincên gelêrî tevlî bernameyê bûn.

FARQÎN

Li navçeya Farqînê ya Amedê, Hevserokê Komeleya Astengdaran a Farqînê Îrfan Akto bi rêveberên komeleyê ve çûn serdana Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi. Rêvebêrên jin ên komeleyê roja Bodakçi pîrozkirin û qurnefîl dan wê. Piştî vê serdanê Bodakçî û endamên komeleyê bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê li navçeyê jin û zarokên astengdar ên navçeyê li malên wan ziyaret kirin.  Li navçeya Farqînê ji bo mitînga 8'ê Adarê jinan belavok belav kirin.

PÎRAN

KJA’yê li navçeya Pîranê ya Amedê bi şahiyeke 8’ê Adarê pîroz kir. Bi sedan jin bi cilên xwe yên neteweyî ve beşdarî şahiya li Salona Dawetê ya Hêlînê hate lidarxistin bûn. Li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Sîbel Bûlût û jinên din ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Parlamentera HDP’ê yê Amedê Nûrsel Aydogan, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê û hevşaredar beşdarî şahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser jiyana jinên di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dan hate pêşandan. Parlamenter Aydogan li vir axivî û diyar kir ku şoreşa ku jin azad nebe, wekî şoreş nayê hesibandin.
Piştî axaftinan jinan li ber stranan govend gerandin.

PEYAS

Xebatkarên jin ên Şaredariya Peyasê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Pira Deh Çavî ya li ser çemê Dîcleyê balon firandin. Alîkara Hevşaredarên Peyasê Nesrîn Tavşan li vir axivî û bi daxwaza azadî û aştiyê balon firandin. Jinan li ser pirê govend gerandin û çalakiya xwe bi dawî kirin.

Li aliyê din endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê yên jin bi cilên xwe yên neteweyî tevlî civîna meclîsê bûn û bi vî rengî madeya paketa ewlehiyê ya ku cilên neteweyî wekî suc dihesibîne şermezar kirin. 

COLEMÊRG 

Li Colemêrgê aktivîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navenda sûkê belavok belav kirin. Aktivîstên jin ku tê de hevserokên DBP û HDP’ê ên jin jî hene bi erbaneyan li hemû esnaf û hemwelatiyan geriyan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Jinan di heman demê de ji bo mîtînga ku li 8’ê Adarê çêbe bangawaziya tevlîbûnê kirin. 

WAN

Şaredariya Erdîşê ya Wanê jî di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de biryara di 6-7-8'ê Adarê de wesayîtên karên cemwariyê dikin bê pere bin girt. Li gorî biryarê 27 wesayîtên li navenda navçeyê kar dikirin û girêdayî Daîreya Ragihandinê ne ji jinan pere naxwazin.

ÎZMÎR 

Jinên HDP û HDK'î di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de ji jinên girtî yên li girtîgehên Îzmîr û Alanyayê dimînin qert şandin. Jinên li ber PTT'ê ya Konakê hatin cem hev alên KJA'yê hilgirtin. Li ser navê jinan Hevseroka TAYD-DER'ê ya Îzmîrê Nerîman Bîrlîkler diyar kir ku jinên li Girtîgeha Şakranê dimînin rastî pêkanînên dijhiqûqî tên. Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "zext me bêzarnakin" berz kirin û qert şandin.

STENBOL

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Koordînasyona jinên HDP’ê ya Stenbolê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji girtiyên jin ên di girtigehên Stenbolê de dimînin qertên 8'ê Adarê şandin. Jinan beriya şandina qertan li Qada Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Em 8'ê Adarê li hevalên xwe yê girtî pîroz dikin, bila girtiyên siyasî bên berdan” hat vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Girtiyên siyasî bila bên berdan” berz kirin. Piştî daxuyaniyê jinan ji postexaneya Galatasarayê ji girtiyên jin re qertê 8'ê Adarê şandin.

QILABAN

Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê bi hezaran jin bi cil û bergên rengîn li ber avahiya DBP'ê kom bûn û şahiyek lidar xistin. Di şahiyê de jinan bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana YPJ'ê" berz kirin û pankarta "Azadiya jinê berxwedana Sakîneyan e" hat vekirin. Jina qada şahiyê bi wêneyêm têkoşerên jin û alên YPJ û KJA'yê xemilandin. Hevseroka HDP'ê Muzeyen Rustemoglu 8'ê Adar li hemû jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Em ê li her çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê Arîn û Zîlanan têbikoşin. Em ê li hemberî çîna serdest têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê bi hêza jinên YPJ'ê li ber xwe bidin." 

Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren jî di şahiyê de axivî û li ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinan rawestiya. Uren got ku ev bihar ji bo jinên kurd gelek girîng e û wiha axivî: "Kes êdî nikare mafên me binpê bike. Ev jî bi saya Rêber Apo û tevgera azadiyê pêk hatiye. Jin îro di hemû qadên jiyanê de cih girtine. Li hemberî zilamê paşverû û hêzên serdest yekîtiya jinê ava bikin. AKP'ê bi polîtîkayên xwe re jinan roj bi roj qetil dike. Di daxuyaniyên xwe de heqaretên mezin li jinan dike. Lê jin wê li hemberî van polîtîkayan yekîtiya xwe çêbikin û wê hemû jinên cîhanê ber bi azadiyê ve bibin."

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stanên komên herêmî dawi bû.

Güncelleme Tarihi: 06 Mart 2015, 22:55
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER